Girtiya nexweşa giran Ayfer li bende rapora ATK’ê ye 2023-05-24 09:16:50       Marta Somek   STENBOL - Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek ya 15 sale girtiye û di 17’ê Gulanê de li Nexwexana Sînîr û Derûnî ya Bakirkoy derxistin lijneyê, di peyama ku şand ji ajansa me re diyar kir ku ew li bendê rapora ATK’ê ye. Ayferê daxuyand ku yekane daxwaza wê bê tahliyekirin û dermanikirin û got ew di têkoşîna xwe de bi biryare.   Ayfer Çîçek di 2007’an de li Edenê bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat binçavkirin û hat girtin. Ayfer 15 sale girtiye û di 10’ê Gulanê de ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê sewqî Nexweşxana Nexweşiyên Sînîr û Derûnî ya Bakirkoyê kirin. Ayfer di 2017’an de 40 rojî li Nexweşxana Nexweşiyê Sînor û Derûnî ya Bakirkoyê hat girtin û bi hevkariya parêzeran nameyek şandibû û di nameye de diyar kiribû ku ji ber îşkence û binpêkirinan naxwaze li wir bimîne. Piştî vê Ayfer dîsa hat sewqkirin û dokoran ji malbatê re gotin wê tenê ‘bikeve heyetê’.  Malbatê jî diyar kiribû ji ber rewşa Ayferê bi fikar in.   Ayferê geşedanên jiya ji ajansa me re vegot.   Daxwaza tahliyeyê kir   ‘Qanûna Der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza’ ji xalên ku rewşa bi şert berdana girtiyan pêk tê. ‘ji bo ji mafê ‘Bi şert berdan’ ya di çarçoveya qanûna hejmar 5275 hatiye amadekirin, fêde bê girtin divê pêvajoya înfazê ‘bi rewşa baş’ derbas kiribe. Di vê çarçoveyê de girtiya nexweşa giran Ayferê di mijara  2022’yan de daxwaza tahliyeye kir û xwest ji xala 16’emîn a der barê ji ber nexweşiyê taloqkirina ceza fêdeyê bigire.  Di vê xalê de tê gotin ku girtiyên bi nexweşiya hiş dikevin infaza wan tê paşxistin û heta girtî baş nebin dikarin li saziyek tenduristiyê bên dermankirin û ev dema li saziya nexweşxanê tê derbaskirin jî wek li girtîgehê derbas kiriye tê hesibandin.   Li bendê rapora ATK’ê ye   Ayferê agahî da ajansê û got ji bo daxwaza tahiyeya wê bê nirxandin girtîgehê ew di 10’ê Gulanê de sewqî Nexweşxana Nexweşiyên Sînîr û Derûnî ya Bakirkoyê kirin. Ayferê anî ziman ku 17’ê Gulanê de derxistine lijneyê 15 rojan li nexweşxaneyê maye û got niha li bende rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK)  ne.   Dest ji têkoşînê bernade   Ayfer bi salane  tevî îşkece û zextan têkoşîna xwe didomîne, peyama çi dibe bila bibe wê têkoşîna xwe bimeşîne, da. Ayferê her wiha da zanîn ku yekane daxwaza wê tahliyekirin û dermankirina wê ye.   Derbarê Ayfer Çîçek de   Ayfer Ayçîçek di 2007’an de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yek ji girtiyên nexweş a giran a girtiyên li girtîgeha Marmarayê ye. Ayfer ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat darizandin û 22 sal û 11 meh ceza girt, niha li girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê girtiye. Di pêvajoya girtinê de gelek binpêkirin, destdirêjî û îşkence li Ayferê hatin kirin. Dema nû hat girtin 8 mehan di hucreya yek kesî de girtin û piştre jî surgunê gelek girtîgehan hat kirin. Li her girtîgehê jî pêkanînên cuda lê hatin kirin.   ‘Doz lê hat vekirin’    Ayferê di şertên girtîgehê de nerehetiyên psîkolojîk jiya. Der barê Ayferê de ku dema li girtîgeha Alanyayê dima bi sûcdariya ‘zirar daye malê cemaweriyê’ doz lê hat vekirin. Ayferê ji ber binpêkirinên li girtîgehan, ku pirsgirêkên tenduristiyê pê re peyda bûn nikaribû îtîraz bike û cezayê Ayferê di vê pêvajoyê de teqez bû. Piştre surgunê Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Ayfer meh û nîvekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sînîr û Tenduristiya Derûnî ya Bakirkoyê hat dermankirin. Li wir jî gelek zextên psîkolojîk û îşkence lê hat kirin. Ayfer ku neçar e dermanên xwe demek din jî bi kar bîne niha bi piştgiriya hevalên xwe yên qawişê moral û motîvasyona xwe diparêze.    Piştî nûçeya me derman danê   Ayfer 15 sal in girtiye 4 sal in bi rêk û pêk bi antîdepresanan re çar dermanên din ên giran bi kar tîne. Ayferê di tîrmeha 2022’yan de ji ajansa me re ragihandibû memûrên girtîgehê ferz kirine ku li ber çavê wan derman vexwin. Ayferê diyar kiribû ji ber ev pêkanîn qebûl nekiriye derman nedanê û îşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin. Her wiha gotibû ji ber vê jî du meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Piştî nûçeya me zextên rayagiştî ava bû û Ayferê gotibû piştî vê dermanên wê hatine dayîn.   Di bernameya televîzyonê de hedef hat nîşandan   Ayferê her wiha ji ajansa me re ragihandibû ku di bernameyeke televîzyonê ya bi navê TRT Worl de navê wê aşkera hatiye dayîn û hedef hatiye nîşandan, îşkence û tundiya psîkolojîk lê hatiye kirin. Ayferê ji bo ku bername bê rakirin ji wezareta dadê re name nivisî û di bersiva  hat dayîn de jî tespît hat xwestin.   Li aliyê din Ayfer ku 15 sal in girtiye diyar kir ku ji ber  Saziya Tipa Edlî (ATK) raporên adîlane nade qet serlêdan nekiriye.   Ayferê di 26’ê Mijdara 2021’ê de ji ajansa me re peyam şand û got: “Di şexsê girtiyên nexweş de li ser navê hemû girtiyên jin ji bo hestiyariya we JINNEWS’ê spas dikim. Hûn dengê me didin bihîstin û dibin dengê me. Em ê nirxên xwe yên pê bawer dikin bidomînin, dixwaze bila me qebûl bikin dixwaze nekin. Heta dikarin bila tecrîda giran pêk bînin. Em dest ji rastiyan bernadin.”   Di têkoşîna jiyanê de bi biryar e   Ayfer tevî hemû şert û mercên giran ên girtîgehê tevî bandora mezin a dermanan a li ser bedena wê, bi piştgiriya hevalên xwe bi hêza ku ji hevalên xwe digire, têkoşîna jiyanê dide.