Ji bo piştgiriya Mexmûrê bang hat kirin 2023-05-23 15:13:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên Girê Spî û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê kiryarên artêşa Iraqê yên li dijî şêniyên Mexmûrê şermezar kirin û bang li NY'yê û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û şêniyên kampê biparêzin.   Artêşa Iraqê ji 20'ê Gulanê de hewl dide kampa Mexmûrê bi têlan dorpêç bike û burcan deyne derdora wê, ji bo wê bi sedan leşker û erebeyên zirxî li dora wargehê kom kirine.   Li dijî van kiryaran, koçberên Kampa Girê Spî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya kampê Elî El Ebo ve hat xwendin û bi dehan niştecihên kampê beşdar bûn.   Di daxuyaniyê de kiryarên ne exlaqî yên li dijî xelkê wargehê hatin şermezarkirin û hat gotin ku ew kiryar pêkanîna siyaseta Tirkiyeyê ya dijberiya penaberan e.   Koçberên Girê Spî piştgiriya xwe bi berxwedana xelkê Mexmûrê re nîşan da û bang li NY'yê, rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku van binpêkirinan bi dawî bikin û niştecihên kampa Mexmûrê biparêzin.   Hat destnîşankirin ku divê hikumeta Iraqê bi pey siyasetên dewleta tirk ên tengavkirina penaberan, nekeve.   Bi heman armancê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya li Tebqayê daxuyaniyek da. Endama rêveberiya nivîsgehê Macîde El Kerîm daxuyanî xwend û bi dehan jinên bajêr, endamên saziyên sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 30 sal in ji ber siyasetên hovane yên dewleta tirk niştecihên wargeha Mexmûrê bi darê zorê ji malên xwe yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine koçberkirin û wiha dom kir: “Îro trajediya wan dubare dibe. Artêşa Iraqê wan dorpêç dike û hewl dide sûrekê li dora kampê ava bike û wê veguherîne girtîgehek vekirî ku her kesê bixwaze binpêkirin û êrişan li dijî niştecihên wê pêk bîne.”   Di dewama daxuyaniyê de berxwedana gelê Mexmûrê û lehengiya wan li hember çeteyên DAIŞ'ê hat silavkirin û bang li hêzên navneteweyî û NY'yê hat kirin ku girêdayî berpirsiyariyên xwe yên parastina penaberan ji êrişan bin û dorpêça li ser wan bi dawî bikin. Bang li cîhanê jî hat kirin ku piştgiriyê bidin xelkê Mexmûrê û li hember komploya dewleta tirk dengê xwe bilind bikin.