Meclîsa Dayikên Aştiyê êrişên li hemberî Şengal û Mexmûrê şermezar kir 2023-05-23 14:39:51     AMED - Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran di daxuyaniyê de êrişa li hemberî Mexmûr û Şengalê şermezar kir û got: "Dewletên navneteweyî parastina gel nakin. Heta ku em hebin em ê her tim daxwaza azadiyê bikin."    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî li dijî hewldana leşkerên Iraqê ya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û êrişên Şengalê li avahiya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran axivî.   Havva, bertek nîşanê êrişên li hemberî Mexmûr û Şengalê da û wiha axivî:    "Nêzî 50-60 sal in ji bakurê Kurdistanê neçar mane ku koçberê Başûr bûne. Ger li ser xaka wan aramî hebûya dê ew gel koç nedikir. Lê penaber bûn û derbasî Başûr bûn. Bi zarokên biçûk, jin, mêr, kal û pîran çiya bi çiya meşiyan û heta gihaştin wargehê. Gelek zarokên wan ji ber şert mercên herêmê jiyana xwe ji desd dan. Niha wargeha ku cihê dupişkan bû bûye bajarek mezin.   Lê ev bajar di bin siyas malbata Barzanî de ye. Çend car in êrişê li Mexmûrê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Kesên ku ji neçariyê berê xwe dan Başûr niha dora wan tê dorpêçkirin û dixwazin kurdan ji hevdû veqetînin. Em bang li malbata Barzanî dikin ku bila werin ser rêya heqîqet û rastiyê. Em nebin sedema valakirina Mexmûrê.   Dewletê navnetweyî dibêjin ‘Em dewletên ku heqîqet û rastiyê diparêzin’. Lê li hemberî Mexmûrê tiştekî nakin. Malbata Barzanî û dewletên navneteweyî bila dengê dayikan bibihîzin. Ew gel ji bo parastina xwe li wê derê ne. Şermek mezin e ku kurd kurdan dikuje. Em şer naxwazin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Divê em xwedî li wir derkevin. Em ji malbata Barzanî re dibêjin êdî bes e. Îro êrişê Şengalê jî kirin. Ew der jî ax û welatê me ye. Derdor kirin wek girtîgehê û gelê wir heps dikin. Heta ku em hebin em ê her tim daxwaza azadiyê bikin.”   Piştî axaftina Havva Kiran daxuyanî bi dawî bû.