Li Hezexê hat xwestin ku xelk biçe dengdayînê 2023-05-23 14:38:43     ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li navçeya Hezexê belavok li xelkê belav kir û hat xwestin ku xelk 28’ê Gulanê biçe dengdayînê.    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Şirnexê li navçeya Hezexê ya Şirnexê serdana bazara li ser cadeya Adile Naşît ku hatiye danîn kirin. Serdan bi tevlibûna Parlementera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Dayikên Aşitiyê pêk hat. Şandeyê belavokan li xelkê belav kirin û bang li xelkê navçeyê kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin. Şandeyê daxwaz kir ku xelk bi beşdariyek zêde biçe ser sindoqan û desthilatdariyê bişînin. Şandeya partiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Jinan diyar kir ku serkeftin a gelê kurd e û ew ê biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî bişînin.    Şandeyê paşê serdana dikandaran û kargehên tekstîlê kirin û hat xwestin ku karker û dikandar biçin dengdayînê.