Bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan hat kirin 2023-05-23 14:37:51       EDENE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku nêzî 10 milyon neçûne ser sindoqê û wiha got: “Pêşeroja vî welatî di destê we de ye. Herin ser sindoqan û mohra xwe li dijî rejîma yekzilamî bi kar bînin.”   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî pêvajoya hilbijartinê li Cemiyeta Rojnamegeran a Çukurovayê daxuyanî da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Sabahat Mutluay û Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Çukurovayê Cafer Esendemîr tev li daxuyaniyê bûn.    Pirsgirêka çapemeniya herêmî   Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Çukurovayê Cafer Esendemîr hêviya serkeftinê bo Tulay kir, bal kişand ser pirsgirêka çapemeniya herêmî û xwest ku çapemenî di mercên azad de peywira xwe pêk bîne.    Parlamenter Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku rejîma yekzilamî mafê jiyanê nade çapameniyê û wiha domand: “Em ê ji bo azadiya çapemeniyê li meclisê têbikoşin. Em ê mafê agahîgirtinê heta dawiyê biparêzin.”    'Em ê di 28’ê Gulanê de jî têk bibin’   Bi domdarî Tulay bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev tişt anî ziman: “Me nekarî hedefên xwe pêk bînin. Me di 14’ê Gulanê de bloka faşîst a AKP-MHP’ê da sekinandin. Em ê di 28’ê Gulanê de jî têk bibin. Hilbijartina 28’ê Gulanê dê bibe hilbijartina diyarkirina qederê. Ji bo ku em rejîma yekzilamî têk bibin, li qadan dixebitin. Di 21 salan de bêhn li vî welatî çikandin. Ji her alî ve derb li azadî û demokrasiyê xistin. Û em jî dizanin ku ji bo Tirkiye bêhnê bistîne, ji bilî têkbirina vê îktîdarê di 28’ê Gulanê de tu rêyên din nînin.”    ‘Pêşeroja vî welatî di destê we de ye’   Tulay axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara AKP-MHP’ê li ser sindoqan hîleyan dikin. Îtîrazên me hêj jî berdewam in û hejmartin didome. Her wiha nêzî 10 milyon hilbijêr neçûne ser sindoqan. Hilbijêrên hêja yên neçûne ser sindoqan; divê em teqez biçin ser sindoqan da ku qedera vî welatî biguherînin. Pêşeroja vî welatî di destê we de ye. Herin ser sindoqan û mohra xwe li dijî rejîma yekzilamî bi kar bînin. Divê jin û ciwan ji bo pêşeroja xwe biçin ser sindoqan.”