Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwaznameyek radestî Parlamentoya Iraqê kir 2023-05-23 12:29:09       NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî li ser rewşa wargeha penaberan ya Mexmûrê daxwaznameyek radestî ofîsa Parlamentoya Iraqê kir. Di daxwaznameyê de hate gotin; “Dewleta Tirk ji Hikumeta Iraqê re ragihandiye, ger wargeha Memxûr neyê belavkirin, ew ê bi Iraqê re şerê avê bike. Ji bo vê Tirkiye ji Iraqê xwestiye wargeh were dorpêçkirin. Divê Iraq bi rêyên yasayî pirsgirêkên xwe bi Tirkiyeyê re çareser bike. ”   Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Lê xelkê Mexmûrê li dijî vê yekê di nava berxwedanê de ye û heya niha jî ev berxwedan dewam dike.   Derbarê rewşa wargeha Mexmûrê de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) li Silêmaniyê serdana ofîsa Parlamentoya Iraqê kir û daxwaznameyek radestî endamên parlamentoyê û Lijneya Mafê Mirovan ya li parlamentoya Iraqê kir.   Tevgera Azadî di daxwaznameya xwe de dibêje; “Hêzek leşkerî ya ser bi Hikumeta Iraqê bi çekên giran ve êrişî xelkê wargehê kir û di encamê de 2 penaber birîndar bûne.   Piştî aloziya rojên borî, şandeyek leşkerî bi nûnerên xelkê wargehê re civiyaye. Ji wan re gotine, Tirkiye ji Hikumeta Iraqê re ragihandiye, eger ev wargehe neyê belavkirin, wê Tirkiye şerê avê bi Iraqê re bike. Ji bo vê Tirkiye ji Iraqê xwestiye derdora wargehê bi têlan dorpêç bike û piştre jî were belavkirin. Evane hemû planên hevbeş ên di navbera Iraq, Tirkiye û PDK’ê de ne.   Li şûna kar asaniyê bikin, PDK çar sal in rê li wan girtiye û hezaran kes bêkar in, ji xwendinê kirine. Bi ti awayî nahêlin jinên du canî derbasî nexweşxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê jî bibin. Zarokên çend dayikan di vê dema ambargoyê de jiyana xwe ji dest dan.   Em weke Tevgera Azadî van binpêkirinên dijî xelkê Mexmûrê şermezar dikin, bang dikin êdî xelkê wargeha Mexmûrê nexin nava pêşbaziya siyasî. Bang li Iraqê dikin ku bi rêya yasayên navnetewî pirsgirêka sînor û avê bi Tirkiyeyê re çareser bike.”