Ji bo Selma Irmak cezayê girtîgehê hat xwestin 2023-05-23 12:10:30       AMED - Derbarê parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak de bi îddiaya "biçûkxistina dewletê","heqareta li serokkomar" doz hatibû vekirin û di rûniştina dozê de cezayê girtîgehê hat xwestin.   Axaftina li televizyonê ya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Selma Irmak a têkildarî girêdana cenazeyê Haci Lokman Birlik ê li dû panzêrê ya li Cizîra Şirnexê, teşhîrkirina cenazeyê Ekin Wan a li Gimgima Mûşê, kuştina ajokarê ambûlansê Şeyhmus Dursun a li Elkê wekî hincet hat nîşandan û li Selmayê doz hat vekirin. Bi îddiaya "biçûkxistina dewletê","heqareta li serokkomar" doz hat vekirin. Di doza li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Amedê dewam dike de meqama îddiayê bi daxwaza ceza mutala da.    Meqama îddiayê derbarê Selmayê de heta 8 salan daxwaza cezayê girtîgehê kir.