Parlameneteran li Sûrê banga biçin ser sindoqan kir 2023-05-22 16:52:29     AMED - Parlamenterên Partiya Çep a Kesk a Amedê ji bo hilbijartinên 28’ê Gulanê li Sûrê serdana Taxa Kabê kirin.   Rêxistina Amedê ya Partiy Çep a Kesk ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên di 28'ê Gulanê de ku dê bên lidarxistin, serdana navçe û gundan didomîne. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) çûn serdana Taxa Kabê ya navçeya Sûrê ya Amedê.   Heyeta ku li vir esnaf ziyaret kirin bang li welatiyan kir ku di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqan.