Şêniyên Qamişloyê ji bo piştevaniya Mexmûrê meşiyan 2023-05-22 14:45:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirin û sînorkirina Mexmûrê meşiyan. Jinan bang li gelê Mexmûrê kir ku li ser piya bimînin, her wiha teqez kirin ku ew ê piştgiriya wan bikin.   Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê dixwaze derdora Wargeha Şehît Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Piştî berxwedana şêniyên wargehê hewldanên artêşa Iraqê şikiya heya niha jî gel li dijî polîtîkayên dorpêçê li ber xwe didin. Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgirtina gelê Mexmûrê û berxwedana wan, bi dirûşma “Bi êrîş û çemberan hûn nikarin îradeya me bişkînin” li bajarê Qamişlo meşek li dar xistin.   Meş ji Navenda Mihemed Şêxo ya Çand  û Huner dest pê kir û li nava bazara bajarê Qamişlo veguherî mêtîngê.   ‘Cihê mar û mişkan veguherandin buhuştê’   Zîn Aslan ji bajarê Qamişlo ya beşdarî meşê bûbû destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê xwedî li gelê Mexmûrê derneket di demên êrîşên Tirkiyeyê de ku ew gel bi xwe berxwedanî kir û wiha pê de çû: “Berxwedana ku nirx û ruhê jinan diparêze, em wê silav dikin. Hikûmeta Iraqê û piştgirê wê dewleta tirk û PDK’ê şermezar dikin. Di sala 1992'yan de gelê Mexmûrê ji ber êrîşên dewleta tirk penaber bûn. Ta ku ew gel gihişt Iraqê; zarokên wan di deşt û çiyan de jiyana xwe ji dest dan. Ew wargeh cihê mar û mişkan bû, belê gelê me ew cih veguherand cihekî ku lê werê jiyîn. Gel bi xwe sîstemeke exlaqî û çandî dan avakirin bêyî ku hewcedarê hikûmeta Iraqê û Başûr bibin, mafê wan tune ye ku Mexmûr parçe û çember bikin.”   ‘Hun ne bi tenê ne’   Zîn Aslan teqez kir ku dê şeref û nasnameya Mexmûrê biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li her mirovekî dikin ku xwedî li Mexmûrê derkevin, Mexmûr şeref û nasnameya me ye. Komploger dixwazin pilanên xwe li Mexmûrê pêk bînin, lewra em dibêjin ku hûn ne bi tenê ne. Gelê Mexmûrê ji bo me pir tişt kir, loma pêwîst e em jî wekî gelê Rojava, nasnameya wan biparêzin. Heya dawiyê em bi we re ne.”