Li Hesekê ji bo piştgiriya Mexmûrê meş hat lidarxistin 2023-05-22 14:39:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Hesekê bi meşekê piştgirî da berxwedana Mexmûriyan û bang li hikumeta Iraqê kir ku nekeve xefika siyasetên dewleta tirk.   Bi dirûşma "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" bi sedan şêniyên Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana penaberên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek li dar xist. Meş li dijî hewldanên dorpêçêkirin û têlkirina wargehê ji aliyê artêşa Iraqê ve, hate lidarxistin.   Meşê li Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecirê ya Hesekê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" hildan.   Li Çerxerêya Serhed a li taxa El Mifî meş vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Remedan Fetah axivî. Remedan îşaret bi armanca hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê kir û wiha got: "Armanca hikumeta Iraqê ji vê yekê niştecihên Mexmûrê asteng bike û vîna wan têk bibe. Mexmûrî serî ji siyasetên hikumetê û siyasetên PDK'ê re natewînin. Ji ber ku di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 2014'an revîn Hewlêrê."   Remedan wiha domand: "Ne ji berxwedana welatiyên Mexmûrê ya li dijî DAIŞ'ê bûya, dê DAIŞ'ê rûberên fireh ên xaka Iraqê dagir bikira û bigihîşta Hewlêrê."   Remedan got artêşa Iraqê û PDK'ê bersiv da welatiyên Mexmûrê yên li dijî DAIŞ'ê sekinîne û wiha pê de çû: "Piştî vê berxwedanê îro hikumeta Iraqê wargehê dorpêç dike û PDK siyasetên xwe pêk tîne."   Remedan bang li hikumeta Iraqê û artêşa Iraqê kir ku nekevin xefika siyaseta dewleta tirk a xwe dispêre qirkirinê. Remedan berxwedana Mexmûriyan silav kir û got welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin berxwedana wan.   Meş bi dirûşman bi dawî bû.