'Biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin' 2023-05-22 13:48:07     AMED - Koordînasyona Agahdarkirinê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê daxuyaniyek da û got: "Banga me ji gelê me re ew e ku biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin."   Koordînasyona Agahdarkirinê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li bûroya xwe ya hilbijartinê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyaniyek da. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn alên Partiya Çep a Kesk û pankartên bi kurdî û tirkî ya bi nivîsa "Deng bidin, sindoqan biparêzin, yek zilamî bişînin" hatin daliqandin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça, Serhat Eren, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.   Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan ê ewilî axivî, destnîşan kir ku ew bi pêvajoyeke antîdemokratîk çûne hilbijartinê û desthilatê hemû derfetên dewletê ji bo hilbijartinê bi kar anî ye. Zeyad diyar kir ku di 14’ê Gulanê de desthilat û hevkarên wê gelek nelirêtî kirine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Aşkeraye ku çawa bi sindoq û dengan lîstine û dengên Partiya Çep a Kesk ji bo MHP’ê nivîsandine. Li hêlekî jî diyare ku pêşiya hilbijartinê çawa operasyonên qirkirinê yên siyasî kirin. Ji bo ku bêûsuliyên dikin dernekevin holê gelek kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Her wiha dîsa gelek parêzerên ku wê li ser sindoqan bixebitin hatin binçavkirin û girtin. Desthilata faşîst a AKP'ê di zextên xwe yên beriya hilbijartinê de tu sînor nas nekir. Em ê di van 6 rojên dawî de bi milyonan mirovan qaneh bikin ku biçin ser sindoqan. Careke din banga me ji gelê me re ew e ku bila biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin, AKP-MHP’ê bişînin û xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin.”    Pişt re Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça ya axivî, destnîşan kir ku wan careke din rengîniya Partiya Çep a Kesk a bi nasnameyên cûda û bi piraniya jinan nîşan da û wiha got: "Em li vir in, bibiryar in û em ê her tim jî li vir bin. Çi tiştê ku AKP û MHP bide gelê me nemaye. Heta duh li Stenbolê êriş li ciwanên kurd ên govend gerandin kirin. Bi derbkirinê binçav kirin. Ji bo bibin bersiva Soylû û yawerên wî bila her kes biçe ser sindoqan. Li Amedê ser afîşên xwe yên hilbijartinê ‘A rastî Erdogan’ hatiye nivîsandin. Belê raste ‘bi rastî’ jî Erdogan ji bo ku hilbijartinê qezenç bike hemû tûndî û zextan dike, dest ji binçavkirin û girtinan naberde.”