Artêşa Iraqê nahêle rojnamevan bikevin Mexmûrê 2023-05-22 12:41:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê piştî ku wargeha Mexmûrê dorpêç kir, nahêle rojnamevan bikevin wargehê bibin.   Ji 20’ê mehê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike. Ji wê rojê ve Iraqê rê li ser wargeha Mexmûrê girtiye û nahêle kes bikeve wargehê.   Artêşa Iraqê rê li ber rojnamevanan jî girt. Li gorî nûçeya Rojnewsê gelek saziyên ragihandinê dixwazin bikevin wargehê û berxwedana xelkê Mexmûrê bişopînin. Lê artêşa Iraqê rojnamevan ji derve bikevin wargehê.