ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-22 09:00:00     *Demeke dirêj e li Şirnex û navçeyên wê her êvarê di nav gel û polîsan de rageşî derdikeve. Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag bal kişand ser zexta li ser gel û destnîşan kir ku tê xwestin li Botanê hawirdorekê pevçûnê bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Nûnerên Partiyên siyasî ji bo tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê banga ser sindoqan kirin û diyar kirin ku divê 28’ê Gulanê 'bibe roja têkbirina faşîzmê’  û gotin ev derfet her tim nakeve destê wan. DÎMEN HEYE   *Emîne Şeynaşar ku sembola lêgerîna edeletê ye,diyar kir ku kurê wê yê ji Partiya Çep a Kesk bûye parlamenter wê li Enqereyê û ew jî wê li ber Edliya Rihayê têkoşîna xwe bidomînin û got wê li ber xwe bidin, bi ser kevin.  DÎMEN HEYE   *Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku di dema nû de bi destê AKP-MHP’ê nûneriya dijminê jinê li meclîsê zêde bûye û got wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê li kolanan têbikoşin û banga çûyîna ser sindoqan kirin. DÎMEN HEYE