‘Berxwedana gelê Mexmurê wê bi wan serî bide tewandin’ 2023-05-21 19:58:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Bangên ji bo piştevaniya li dijî dagirkirina Mexmurê didomin û hat diyar kirin ku berxwedana gelê Mexmurê bi dagirkeran serî bidetewandin.   Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  piştgirî da berxwedana gelê Mexmurê û diyar kirin ku nêzîkatiya hikûmeta Bexdayê ku bi zora çekan Wargeha Mexmurê dorpêç dike li dijî Qanûna Parastina Penaberane.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrriyeyê der barê dagirkirina Wargeha Mexmurê ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye kirin de daxuyaniyek da û diyar kirin ku  penaberên ji ber zilma dewleta Tirk reviyane, ji aliyê polîtîkayên hikûmeta Bexdayê ve zêdetir tên mexdurkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikûmeta Bexdayê li mirovên wargehê şertên giran ferz dike û  dagirkirinê tund dike. Ev nêzîkatiya hikûmeta Iraqê li dijî pîvan û rêgezên Qanûna Parastina Penaberan e. Em piştgiriyê didin berxwedana gelê Mexmurê. Divê rewşa penaberan li ber çavan bê girtin. Diyalog her tim esasa çareseriyê ye.Berxwedana gelê Mexmurê wê serî bi wan bide tewandin.”   Em xwedî li gelê Mexmdurê derkevin   Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) banga xwedîderketina li gelê Wargeha Penaberan Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir ku ji aliyê hêzên dewleta Iraqê ve dor lê hatiye girtin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gefa dewleta Tirk, li ser erdê Kurdistanê berdewam e. Dor li Mexmûrê hatiye girtin.Desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya hilbijartina ku wê sedsala bê ya herêmê û Kurdistanê pê diyar bibe, ji bo têkçûyîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike, bi dewletên paşverû re li qirkirina Kurdan dewam dike Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, rû bi rûyê êrîşa PDK’ê û hikûmeta Iraqê bûye. Hikûmeta Iraqê dixwaze bi têlan dorê li wargehê bigire û tecrîd û qetlîamê bike, ji 20’ê meha Gulanê ve êrîşan dike. Armanca bi vê êrîşa ku bi vî awayî dor li gelê Kurd tê girtin, beriya hilbijartinê ji bo xelatkirina Erdoganê dîktator e.   Tevî raperîn û berteka gel, xetere berdewam e, malbata Barzaniyan ku ji navikê ve bi dewleta Tirk ve hatiye girêdan û hikûmeta Iraqê vî planê qirêjî datînin holê. Gelê Mexmûrê, wek her car li dijî vê êrîşa qirkirinê canê xwe dike mertal û li ber radibe. Bi pêşengtiya Meclisa Gelê Mexmûrê, zar û jin, pîr û ciwan li ber xwe didin. Em KCDK-E, silav li berxwedana rûmetyar a xelkê Mexmûrê dikin, me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku hestewar be û li xelkê Mexmûrê bibe xwedî. Li her dera em lê ne, bi rêyên dîplomatîk, em dewleta Tirk, PDK ya hevkar û rejîma Iraqê ya paşverû teşhîr bikin.’’