Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê 2023-05-21 18:08:58   MÊRDÎN - Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên tura duyemîn a serokomariyê ya di 28’ê gulanê de pêk tê banga çûyîna ser sindoqan li gel kir.   Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji ber piştgiriya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hatiye dayîn serdanên xwe yên li Mêrdînê yên ji bo sipasiyê didomînin. Di serdanan de di heman demê de ji bo hilbijartinên tura duyemîn ya serokomariyê ya di 28’ê Gulanê de pêk tê jî banga ser sindoqan hat kirin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê  û heyta ligel wan li navçeyên Nisêbîn, Stewr, Qoser û Rişmîl hevdîtin pêk anîn.   Ji bo hilbijartinan bang   Hevseroka giştî ay DBP’ê Salîha Aydenîzû yên ligel wê çûn gundên girêdayê Rişmil Salîhayê di hevdîtinê de spasiyên xwe ji bo gel kir û banga çûyîna ser sindoqan a hilbijartina 28’ê Gulanê kir. Salîhayê he rwiha daxuyakirin ku encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê ne bi dilê wan bin jî AKP şûnde ketiye. Salîhayê got 28’ê Gulanê ji 14’ê gulanê pir girîntire û divê her kes tecrîha xwe baş bike.