Jinên Şêxmeqsûdê piştgirî dan Mexmûrê 2023-05-21 15:47:09     HELEB - Jinên taxa Şêxmeqsûd ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Mexmûrê bi wêrekî ber bi benden hikumeta Şamê ve herkin.   Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûrê) tevî ewqas sal di bin kiriyarên hikumeta Îraqê û di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dide îro careke din ji aliya polîsên Îraqê ve hewl tê dayîn ku bê dorpêçkirin.  Ji bo piştgîriya gelê Mexmûrê û şermezarkirina van êrîşan îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di pêşengiya jinên taxê de çalakiyek hat kirin.  Şêniyên taxê bi meşekê herkîn ber bi bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ve. Meş ji pêşiya eywana Yasîn a  taxê dest pê kir û ber bi benden hikumeta Şamê a ku dikeve başûrê taxa Şêxmeqsûd berdewam kir. Di meşê de pankertên bi nivîsa “Kampa mexmur rûmeta gelê kurd e” hat hildan her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana Mexmûrê,bimire îxanet.” hatin berzkirin.    'Gelê me yê Mexmûrê ne bi tenê ye'   Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê  jinên  taxa Şêxmeqsûd Emîne Bêrem axivî.  Emîne wiha got: "Em berxwedana gelê xwe yê Mexmûrê pîroz dikin, Herwiha wiha  xuyaye ku bi destê mala Barzanî ji bo tunekirina îradeya gel hewldan berdewam in.  Lê em dibêjin gelê Mexmúrê ne bi tenê ye hemû gelê Kurd li çar perçên Kurdistanê bi were ye. Şêniyên wargeha Mexmûrê bi vê,sekin û têkoşîna xwe îro li hember êrîşên dewletan li ber xwe didin. Lê hewldana dewleta Turk a tunekirina îradeya şêniyên Mexmûrê berdewam e. Gelê me li mexmûrê bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK ê Abdullah Ocelan îro xwe û hebûna xwe dide îsbatkirin.   Emîneyê bal kişand ser êrîşên Iraqê ên li ser Mexmûrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro carek din hikumeta Îraqê êrîşa xwe li ser gelê me yê Mexmûrê dide destpêkirin û ev êrîş bi armanca têk birina îradeya gelê me yê li Mexmûrê tê kirin. Lê em tim dibêjin ku kes nikare îradeya gelê me têkbibe. Em weke gelê taxa Şêxmeqsûd bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne.  Wê serkeftin ya me bE û binketin a faşîzma AKP'ê  be û em gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin. "    Heta serkeftinê berxwedan   Her wiha berdeka rêxistina ciwanan a taxê  taxê Dicle Omer  jî ev tişt got:"Em gelê taxa Şêxmeqsûd êrîşên li ser kampa Mexmûrê şermezar dikin, dewleta Îraqê  bi van êrîşên xwe hewl dide ku gelê Kurd ji hev qut bike.  Lê em îsbat dikin ku em hemû piştgirên  gelê  xwe yê Mexmûrê ne û dirûşma  me berxwedan û tekoşîne û em ê berxewdana  xwe heta serkeftinê bidomînin."