Ciwanên Şengalê pirsgirêkên xwe û çareseriya wan niqaş kirin 2023-05-21 12:51:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya hemleya jinên ciwan ku di 3’ê Gulanê de di bin navê ‘Jin jiyan azdî, biserbixe azadî’ de dabûn despêkirin, li Dibistana Sor a li navenda Şengalê ye semînerek li ser rêxistin û pirsgirêkên jinên ciwan hat dayîn.   Li Şengalê têkildarî pirsgirêk û rêxistinbûna jinên ciwan semînerek hat dayîn. Di semînerê de hat gotin ku ji her demê zêdetir jin dikarin di nava rêxistina jinên ciwan de li bîr û baweriya xwe xwedî derkevin. Her wiha hat gotin ku dijmin ji rêxistinbûna jinan ditirse, ji ber wê dema dibîne jin xwe birêxistin dikin, gefan li wan dikin û wan hedef digrin.   Di semînerê de bi dehan jinên ciwan ên Şengalê tevî nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ amade bûn. Semînerê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Semîner ji aliyê  endamên rêveberiya jinên ciwan ên Şengalê Şîlan Şengalî û Avesta Êzidî ve hate birêvebirin.   ‘Me xwe bi tekoşînê gihand vê astê’   Di serîde Şîlan Şengalî li ser xwerêxistinkirina jinên ciwan axivî û da diyarkirin ku ji aliyê mêrên serdest ve her tim jin hatiye kolekirin û rê li ber jinê hatiye girtin. Şîlanê wiha dewam kir: “Ji ber ku rê li ber rêxistinbûna jinê hatiye girtin, jin jî nikare ji pirsgirêkên ku rû bi rûyê wan tên re bibin bersiv. Ev jî dibe sedem dema  pirsgirêk bên pêşiya jinê, jin gav paşde bavêje û xwe bêdeng bike.  Niha em li vir hazir bûne ji bo em karibin rêxistina xwe çêkin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, lê hatina me nava vî karî û hazir bûna me hemiya jî di semînerka wiha de, bi tekoşînekê pêk hatiye. Dema me xwestiya pêşengiyê ji rêxstina jinên ciwana re bikin, him ji aliyê malbatî û him ji di aliyê civakî de, em  rastî gelek merheleyên zehmet hatine, lê me bi tekoşîna xwe kariya xwe bigehînin vê astê.”   ‘Azadî şaş bi jinê dane famkirin’   Di  dewama axaftina xwede Şîlan got: “Desthilatiya mêr azadî bi şêweyekî ne rast bi jinê dane famkirin û wisa didin xuyakirin ku wan mafê jinê dayê.  Azadiya jinê ne di cil û bergan de ye, belkû di ruh deye û dema jin karibe xwe li ber civakê û hemû jinan de berpirsiyar bibîne wê demê em dikarin bêjin mafê jinê hatiya dayin.”   ‘Jin dikare li baweriya xwe xwedî derê’   Piştre Avêsta Êzidî jî got : “Ji dîrokê heya niha liser jinê herdem bi nerast tişt hatine gotin jin biçûk hatiye dîtin. Nehe jî ev yek dewam dike, lê ji bo ev dîwar bê hilweşandin tekoşîn pêwsîte. Tevgera me yek ji xetên herî giringe ku karibe jinê  ji koletiyê xilas bike, djimin  jî vê dizane, jiber wê dema jinek xwe nêzî me bike  gefa li wê dikin û di tirsînin. Ji her derê zêdetir jin dikare bi mere li bîr û baweriya xwe xwedî derkeve. Lê dema li Başûrê kurdistanê keç û jinên me tên revandin, kes nizane bi kude diçin, her kes bêdeng dibe û rewa dibînin. Pêwîste em bidin famkirin ku  cihê herî zêde jin lê tê helandin, nava kampên Başûrê Kurdistanê ye.”   Piştre ji aliyê beşdarvanan ve jî nirxandin hatin kirin û pirsgirêkên ku jin rû bi rûyê wan tên nîqaşkirin.   Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen a ku di semînerê de amade bû got: “Ev ji bo me serbilindiye dema ku jinên  ciwan karibin li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe bînin ziman û di heman demê  de ji bo  çareserkirina pirsgirêka bibin lêgerînvanê çareseriyê.”   Semîner piştre bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.