Çawîşê pispor hewl da jinekê birevîne 2023-05-20 20:34:45   ORDU – Li Fatsayê, çawîşê Pispor Ayhan Y.ku biryara durxistinê der barê wî de hebû hewl da Ezgî Y. ku pê re di asta destberdanê de ye, birevîne.   Li navçeya Fatsa ya Orduyê Çawîşê Pispor Ayhan Y. hewl da bi çekê Ezgî Y. ya pê re  di asta destberdanê de ye  birevîne. Li ser bertekên kesên derdorê çawîşê pispor gule berda hewayê û reviya.   Piştî gilîkirinê xebatên lêgerîna Ayhan Y. hat destpêkirin. Di encama lêkolînan de hat tepîtkirin ku wesayîta Ayhan Y. têde bûye li taxa Salîhli ya ser riya Fatsa-Kumur qeza kiriye. Ayhan Y. hat binçavkirin û birin Qereola Cendermeyan a Fatsayê.   Hat diyar kirin ku Ezgîn Y. der barê Ayhan Y. de ev salek biryara durxistinê daye girtin.