Ji çalakiya Hefteya Windayan bang 2023-05-20 16:01:27     ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de 800 welatiyên aqûbeta wan ne diyar bi bîr anî û ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê.   Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. ÎHD’ê bi rasthatina Hefteya Windayan ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêt behrê.    Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û xwest dawî li polîtîkaya nedîtina windayan û darizandin û cezakirina kujeran bê anîn û xwest dawî li polîtîkaya înkar, bêcezahiştinê û demboriyê bê anîn û demildest kujer bên darizandin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.