Platforma Demokrasî û Kedê ji bo piştevaniyê çû serdana MKGP û DFG'ê 2023-05-20 15:25:07     AMED - Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê û Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul, ji bo piştevaniya bi rojnamegerên girtî   serdana MKGP û DFG’ê kirin. Nejla, got: “Di rojnamegeriyê de her tim aliyê ciwaniyê heye. Em ê her tim li cem we bin.”   Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê û Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul, ji bo piştevaniya bi rojnamegerên girtî serdana Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG)  kirin. Di serdana ku li avahiya DFG’ê pêk hat de peyamên piştevaniyê derketin pêş.   ‘Em ê her tim piştevaniyê bimeşînin’   Nejla, anî ziman ku ji bo bi rojnamegeran re di nava piştevaniyê de bin hatine û got ji bo dengê rojnamegeran bên bihîstin di her şert û mercan de li cem wan in. Nejla, destnîşan kir ku operasyona ku li Amedê li dijî rojnamegeran pêk hat ji Enqereyê hîs kirine û wiha axivî: “Di rojnamegeriyê de her tim aliyê ciwaniyê heye. Kengî rojnamegerek bê girtin kesek din şûna wan digire. Em ê her tim li cem we bin. Em ê her tim bi we re piştevaniyê bimeşînin.”   78 rojnameger girtî ne   Piştre jî Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cuma Daş axivî û bi bîr xist ku herdu hevserokên wan ên komeleyê jî girtî ne û got ev êrîş her tim li dijî wan tên kirin. Cuma, da zanîn ku ligel hemû êrîş û girtinan jî ew xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomînin û her wiha da zanîn ku di nava salekê de êrîşên li hember rojnamegeran gelek zêde bûne. Cuma, wiha pê de çû: “Bi girtinê xwestin pêşiya hevalên me bigirin û zehmetiyê bi wan bidin kişandin. Li gor raporên komleyê 87 rojnameger girtî ne. 9 hevalên me li Enqereyê di doza ku hat dîtin de hatin berdan. Niha 78 hevalên me girtîne. Piştevaniya bi rojnamegeran re gelek girînge. Ger ku em piştevaniyê mezin bikin em ê girtinan jî vala derbixin.”   'Em serî natewînin'   Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di destpêkê de ji bo piştevaniyê spas kir û wiha got:"Êrişa li ser rojnamegeriyê operasyona hilbijartinê bû. Ji bo îktidar bi ser bikeve êrişî rojnamegeran dike. Bi taybet jî jinên rojnameger li qadan zehmetiyê dibîn. Gotinên zayendperest ji wan rê tên kirin, heqaret li wan tên kirin û ji karên xwe tên dûrxistin. Gelek endamên MKGP'ê jî di girtîgehan de ne. Safiye Alagaş di qada navneteweyî de xelat girtiye lê belê tu îro lê dinêre girtiye û wê di 25'ê Hezîranê de rûniştina wê bê dîtin. Dîsa Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu heta birin Enqereyê 15 saetan destên wê kelepçekirî ma. Ev êrişana ji bo serîtewandinê ne lê belê her tim rojnamegerên çapemeniya azad di peyamên xwe de dibêjin em ê faşîzmê têk bibin em serî natewînin."   Piştî axaftinan serdan bi dawî bû.