Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin 2023-05-20 15:04:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên li Şehbayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavok belav kirin.   Endamên Kongreya Star û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û belavokên têkildarî banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav kirin.   Endama rêveber a Kongreya Star a Efrîn û Şehbayê Necah Hisên bi zimanê erebî û endama Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a Efrîn û Şehbayê Ronahî Şêxo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin hîna dewleta tirk û dewletên hegemon di siyasetên xwe yên girtina Abdullah Ocalan de dewam dikin. Domandina tecrîda li dijî  Abdullah Ocalan tolhildana acizbûn û binkeftinê ye.   Hate destnîşankirin ku di çarçoveya pêkanîna siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd de Erdogan tecrîda li dijî Abdullah Ocalan giran dike, her wiha bi rêya dûrxistina Abdullah Ocalan ji gel, dixwaze vîn û moralê gelê Kurd têk bibe.   Hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji bo jiyaneke azad veguherand akademiyekê û siyasetên dewleta tirk, dewletên komploger û tevahî rêxistinên hiqûqî û naneteweyî yên îdiaya demokrasiyê dikin, hatin şermezarkirin.   Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ew tenê bi şermezarkirinê namînin, lê dê têkoşîn û berxwedana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bikin, qeydên Îmraliyê û rejîmên dîktator têk bibin.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dem dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û belavok li şêniyên Ehdasê û Fafînê belav kirin.   Dê heta 4 rojan belavok werin belavkirin; li kampên Serdem û Berxwedan, Til Rifet û Ehrezê yên Şehbayê û navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî. Piştî belavok bi dawî bûn, dê li Şehbayê meşeke girseyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were lidarxistin.