Hevdîtina Hevpeymaniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi dawî bû 2023-05-20 11:21:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya Rêxistina Mîdîka Mondiyala Elmanî hevdîtineke du rojî lidarxist. Di hevdîtinê de de îşaret bi karnameya dema pêş a hevpeymaniya jinên Başûr û stratejiya karên ku pêkbînin, hate kirin.   Di navbera rojên 18-19’ê Gulanê de li Silêmaniyê Hevpeymaniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya Rêxistina Mîdîka Mondiyala Elmanî hevdîtineke du rojî lidarxist. Di hevdîtinê de gelek endamên hevpeymaniyê ên li ser asta Herêma Kurdistanê beşdarbûn.   Di hevdîtina ku du rojan berdewam kir de, li ser bernameya karê dema pêş a Hevpeymaniya Jinan, bi taybetî danîna stratejiyek ji bo çawaniya bicihanîna têgînên zayendî û xurtkirina tevgera femînîst li Herêma Kurdistanê, her wiha rûbirûbûna êrişên li ser rêxistin û çalakvanên jinan hat sekinîn.   Her wiha li ser zêdekirina rêjeya jinan a di karên siyasî û hilbijartinên dema pêş de û teşwîqkirina jinan a di pêvajoyên hilbijartinê de hat axaftin.