‘Dezgehên ragihandinê jinan wek sûcdar nîşan didin’ 2023-05-20 10:35:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Mamostaya Zanîngeha Silêmaniyê Kurdistan Omer û Rojnamevan Çiya Yasîn da zanîn ku hinek dezgehên ragihandinê bi berpirsyartî nêzî mijar û buyerên girêdayî jinan nabin û dubare carek din jinan dikin qurbanî.   Li başûrê Kurdistanê derbarê qetilkirina jinan, şîdeta li hemberî jinan û her wiha pirsgirêkên jinan de agahiyên fermî tu carî nayên parvekirin. Her wiha hinek dezgehên ragihandinê jî bi berpirsyartî nêzî mijar û bûyerên girêdayî jinan nabin û dubare carek din jinan dikin qurbanî. Rojnamevan û mamostayên zanîngehê derbarê mijarê de ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser mijarê.    Mamostaya Zanîngeha Silêmaniyê Kurdistan Omer destnîşan kir ku ragihandin bi giştî û bi taybet ragihandina Kurdî matmayî û gelek têkilheve, bi taybet medya dijîtal ku niha li ber destê her temenî peyda dibe û wiha got: “Pirsgirêk ev e ku medya dijîtal bi awayekî berfireh belav bûye, peyamek xapînok an jî mezinkirî were dayîn hemû kes dibîne ku dibe sedema gelek bandor û bertekên di nava civakê de. Sûc û ji hevbelavbûna malbatan her ku diçe zêde dibe. Yek ji sedema vê yekê jî bê berpirsyar peyamên di medya dijîtal de tên dayîne. Mirovan bi şokek mezin re rû bi rû dihêlin. Hinek ji mijarên di ragihandinê de têne hunandin, pêwîst nake ewqas werin mezin kirin û pêşkêşî bîner û guhdarvanan bikin. Bê ku bizanin ew bîner û guhdarvan kîne, wê çawa bertek nîşanî mijarê bidin.”   Kurdistan, di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku beşek ji ragihandina Kurdî gelek bê berpirsyartî nêzî pirsgirêkan dibin, bi taybet ew pirsgirêkên girêdayî jinan in û wiha domand: “Bi awayên cuda şîrove dikin, di hinek rewşan de jî dozên jinan ji bo temaşevanên dezgehên xwe zêde bikin bikartînin. Niha rêjeya ji hevbelavbûna malbatan di dadgehên Kurdistanê de gelek zêde ye. Dema em vê yekê lêkolîn dikin, para şêr digije medyayê di bûyîna sedema vê yekê de. Ji ber ku di weşandina mijarê xwe de rewşa civakî û derûniyên mirovan li ber çavan nagirin. Bêyî ku encam û bandorên peyam li pey xwe bîne bifikirin, armanca wan tenê ew e ku bala bîner û guhdarvana bikşînin ser mijara xwe.”   Mamosta Kurdistan herî dawî diyar kir ku tevî nêzîkatiyên bê berpirsyartî, niha dezgehên ragihandinê ewqas zêde ne, ji kontrolê derketine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ragihandin her buyera ku rû dide ji bo xwe xizmeta dezgehên xwe bikartîne. Ji encama vê yekê her kes bi taybetî jî malbat zererên mezin jê digire.”   Rojnamevan Çiya Yasîn jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Ji ber ku Kurdistan jî dikeve Rojhilata Navîn beşek ji kevneşopiyan xwe li ser ferz dike. Jinan di rêza duwem de dibînin, di karên wan de astengî jêre derdixin. Di rûdana her buyerekî civakî de, ger ku ne sûcdar bin jî, li wan wek tometbar temaşe dikin. Bertekên gel ên li hemberî destavêtina jinek li Hîwane û jinek din jî li Goyje ji vê yekê re nimûne ku ger jin qurbanî jî bin weke sûcdar lê tên nêrîn. Dezgehên ragihandinê ji sûcdarkirina qurbaniyan ne bê pare. Sernûçe, rapor û postên medya dijîtal ên ragihandinê, mirovan teşwîq dikirin ku êrîşî wan jinan bikin û wan sûcdar bikin.”   Çiya her wiha destnîşan kir ku ragihandin di şopandina buyeran de li pey ecibandin, şîrove û temaşevanan digere ku bêyî guh bidin ku wê ji ber vê şêwazê nêzîkatiyê, mirov heta heta dibe qurbanê vê civakê û weke xwe nayê qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha berdayîna civakê di destê kesên ku di asta herî kêm ya rewşenbîriyê de ye. Weke ku hemû li keştiyek siwar bûbin, nezanin kî dibe û bi kû ve dibe, wê li kûderê bibe sedema ketinê û bibe sedema qurbanîbûna her kesê.”