Şêniyên Mexmûrê dijî dorpêçê kon vedan 2023-05-20 09:47:17     MEXMÛR - Şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê dijî hewldanên dorpêçkirinê kon vedan û li ber xwe didin.   Hikumeta Iraqê carek din hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî( Mexmûr) bi têlan dorpêç bike.   Danê sibê ve Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxê, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike û şêniyan dijî vê hewldanê kon vedan.   Tevî baranê jî bi hezaran şêniyên wargehê li ber derê seytereyê kombûne û dijî hewldana dorpêç û têlkirinê li ber xwe didin. Welatiyan kon vedane û dibêjin, ew ê nehêlin derdora wan were têlkirin.