YSK’ê encamên teqez ên tura yekem aşkera kir 2023-05-19 18:37:21   ENQERE-YSK’ê  encamên teqez ên tura yekemîn yên hilbijartina serokomariyê aşkera kir.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryara der barê encamên teqez yên hilbijartina serokomariyê ya di 14’ê Gulanê de hat kirin di Rojnameya Fermî de weşand. Li gorî vê Tayyîp Erdogan ji sedî 49.24, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 45.07, Sînan Ogan jî ji sedî 5.28 deng girtiye.   Mîlyonek û 37 hezar deng jî nehatin hesibandin. Rêjeya tevlibûna hilbijartinê jî wek 87.04 hat aşkerakirin.