Ji doza Asya Dîzlek biryar derket 2023-05-18 19:21:35   ÎZMÎR -  Li Asya Dîzlek ya li dijî Serkan Eroglu ku destdirêjî li zarokên wê kiribû parastina cewherî pêk anîbû,  4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn.   Mêrê bi navê Serkan Erdogan li du zarokan destdirêjiya sistematîk kiribû.  Dayika zarokan Asya Dîzlek li dijî gumanbar Serkan Erdogan  parastina cewherî pêk anî û gumanbar birîndar kir. Asya Dîzlek ji sûcdariya ‘ji qestî teşebusê kuştina kes’ dihat darizandin û runiştina biryarê li 4’emîn Dadgeha Ceza a Bayrakli hat dîtin.    Asya, parêzarên aliyan û gumanbar Serkan Erdogan di runiştinê de amade bûn. Ji sûcdariya ‘ji qestî teşebusa kuştina kes û tehrîka giran’ 4 sal û 8 meh ceza li Asyayê hat birîn. Li gumanbar Serkan Erdogan jî ji sûcên ‘îstîsmara sistematik a zarokan’, ‘heqere’ û ‘derbkirinê’ 42 sal ceza hat birîn.   Asyayê da zanîn ku tevî îftereyên gumanbar, têkoşîna jinê bi serketiye û ji ber cezayê razanê ya Asyayê tune nehat girtin.