Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê 2023-05-18 18:37:57   COLEMÊRG - Li Colemêrgê Cîgira Midûra Mala Mamosteyan M.A. bi awayekî biguman li mala xwe mirî hate dîtin.    Cîgira Midûra Mala Mamosteyan mamosteya jin a bi navê M.A. li mala xwe ya li Avahiyên Tekserê yên Taxa Sumbul a Colemêrgê mirî hate dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, xizmên M.A.’yê ku agahî jê negirtin agahî dan ekîbên polîsan. Li ser vê yekê ekîbên polîsan û tenduristiyê sewqî mala wê hatin kirin. Ekîbên ku ketin malê, di encama lêkolînan de tespît kirin ku mamoste M.A.’yê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê cenazeyê mamosteyê ji bo otopsiyê rakirin  morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.   Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî mirina biguman lêpirsîn da destpêkirin