Têkoşîna Edaletê dê li Riha û li Meclisê bidome 2023-05-18 14:10:46   RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya Nobeda Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar got: “Ez ê li Enqereyê li serûçavê yên guhê xwe ji edaletê re girtine edaletê biqîrim.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 787’emîn de li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomînin.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferî Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatn ber edliyeyê û dest bi nobeda îro kirin.    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got: “Welatê me di pêvajoyek zehmet de derbas dibe. Ez spasiya hemû kesên ku piştevaniya me kirin, dikim. Ez ê têkoşîna edaletê veguhezînim Enqereyê û wê dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne. Ez ê li Meclisê bibim dengê hemû mexdûrên edaletê. Ez ê derkevim pêşberî kesên ku guh nadin qîrkirina me ya edaletê. bidomînim. Ez ê li Enqereyê li serûçavê yên ku guhê xwe ji edaletê re girtine, edaletê qîr bikim.”