Parlamenterên jin ên Çepa Kesk dê li dijî 'meclisa mêr' têbikoşin 2023-05-18 11:15:07   Marta Somek   İSTANBUL - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Çîçek Otlu diyar kir ku herî zêde Partiya Çep a Kesk ji bo "meclisa mêr" parlamenterên jin derxistine û got ku li dijî tundiyê bêhtir divê em xwe rêxistin bikin, têkoşîna jinê mezin bikin û anî ziman ku ew ê li dijî tecrîda li îmraliyê têkoşînê mezin bikin.   Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan ji sedî 49,51, namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,88, namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî ji sedî 5,7 deng bi dest xistibûn. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ragihand ku ji ber di hilbijartinên serokomariyê de rêjeya ji sedî 50 zêdeyî 1 dengan bi dest neket, hilbijartin ji bo tûra duyemîn hatiye taloqkirin. Hilbijêrên ku dê di 28’ê Gulanê de dîsa biçin ser sindoqan, di tûra duyemîn de wê serokkomarê 13’emîn hilbijêrin. Di hilbijartinan de ji 600 wekîlan tenê 120 jin hebûn. Partiy Çep a Kesk ku li ser esasê temsîliyeta wekhev bi 270 namzetan ket hilbijartinê, di encamên hilbijartinê bû partiya herî zêde parlamenterên jin bi dest xistine.    Çîçek Otlu ya ku di nava namzetên Partiya Çep a Kesk a Stenbolê de cih digirt û parlamenter hat hilbijartin, têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re nirxandinan kir.   'Tayîp Erdogan dengên ku dixwestin bi dest nexistin'   Çîçekê, diyar kir ku di tûra yekem de Tayyîp Erdogan bi ser neket û got, "Dema ku me dest bi xebatên hilbijartinên 2023'an kir, bloka faşîst a AKP'ê û MHP'ê bi  restorekirina rejîma faşîst a Îslamî ya siyasî re mijûl bûn. CHP û ÎYÎ Partî jî di sedsala duyemîn a komarê de bi perspektîfa avakirina xeta restorasyona burjuvazî tevgeriyan. Dema em li herduyan dinêrin, dixuye ku civaka Tirkiye û Kurdistanê nîve nîv wekhev mane. Yanî Erdogan dengên ku dixwestin bi dest nexistin. Di dawiyê de, ew di 49.51 de ma, û girseya gel razî nebû ku di tura yekem de bibe serokkomar û guhertinek dixwest. Ev bi rastî xeleka yekem a ku em bigirin dest e. "   'Berteka gel a li hemberî faşîzmê bû'   Çîçekê, anî ziman ku girseya ku dixwaze AKP û Tayyîp Erdogan biçe heye û got, “Di encamên ku me lê nihêrî de ev tişt qet pêk nehat. Hilbijartinên ku di tûra yekem de temam bibin û nemînin tura duyemîn hebûn. Di van 5-6 salên dawî de em dibînin ku bertekên gel li hember vê pergala serokatiyê û rejîma serdestên faşîst hene. Lê tê dîtin ku bi piranî li herêmên Anatoliya Navîn û Behra Reş piştgirî didin AKP û MHP’ê. Tê dîtin ku bi piranî Marmara, Ege û Behra Spî piştgirî didin Kiliçdaroglu. Dema em li van her du tiştan dinêrin, em dibînin ku li gundan, bi taybetî rejîma Îslamî ya siyasî ya AKP û MHPê û neteweperestiya tirk bi hev ve girêdayî ne, wan ev şêwaza jiyana îslamiya siyasî pejirand û ev şêwaza jiyanê hembêz kir. Lê em dibînin ku hê bêtir beşên bajarî û yên laîk ên ku piştgirî didin Kiliçdaroglu şêwaza jiyana xwe ferz dikin. Ev jî nêzî ji sedî 50 ye. Di van her du tiştan de aliyên cuda hene."   Jinan dengê xwe nedan AKP-MHP'ê!   Çîçekê, anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê her tim dibêje ku dev ji Peymana Stenbolê berdaye û wiha got: “Hewl da qanûna bi hejmara 6284’an ji dest me bigire û di warê qanûna nefaqayê de jî guhertinan bik. Lê xuyaye beşek heye ku vê fikra AKPê qebûl dike. Lê belê di beşeke din de tê gotin ku ez li dijî koletiya jinê, polîtîkayên mêtîngeriyê, koletiya malê, xwedîkirina zarokan û pênaseya we ya malbateke pîroz an jî jina meqbûl nerazî me dibêje. Bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn û Kurdistanê piştgirî didin têkoşîna azadiya jinê. Dirûşma,'Jin jiyan azadî' i bo xwe gerdûnî dibînin. Lê xuyaye ku me nekarî jinên li Behra Reş û Anatoliya Navîn di vê mijarê de birêxistin bikin û nikaribû wan bikişînin aliyê xwe. Ev tê wê wateyê ku bê guman divê em di dema pêş de di van beşan de bêtir bixebitin."   Îtîrazên li dijî encamên YSK'ê dewam dikin   Çîçek, anî ziman ku dengên Partiya Çep a Kesk li herêmekê kêm bûne û got, “Xuya ye ku ev der herî zêde li metrepolên Tirkiyeyê ye, ne li Kurdistanê ye. Gelek sedemên vê yekê hene. Hevberdevk û hevserokên me ragihandin. Di vê mijarê de dê rexne û rexnedayîn jî bê kirin. Girseyek heye ku naçe dengdanê. Lê xuyaye ji ber siyaseta xwe ya îtîfaqê me dengên xwe winda kirin. Em ê li ser van hemûyan nîqaş bikin. Em ê nîqaş bikin ka me li ku winda kiriye û li ku derê xeletî heye. Di dema pêş de em ê bikevin pêvajoyek bi laîtetir û bihêztir. Dema em encamên dengdanê yên YSK'ê  dinirxînin, tê dîtin ku bi taybetî li Kurdistanê gelek dengên me xelet hatine nivîsandin. Dibe ku li bajarên mezin hin xeletî nebin pirsgirêkek mezin, lê em dibînin ku li Amed, Colemêrg û Rihayê bi rastî bi bandor e. Em hêvîdar in ku wek Rihayê ji Amedê jî mizgîniyek xweş were.”   'Parlamenterên Çepa Kesk li Meclîsê li dijî zîhniyeta mêr in'   Çîçekê, anî ziman ku hejmareke baş a wekîlên partiya wan hene û got, “Di bernameya partiya me de pergala hevserokatiyê û prensîba temsîliyeta wekhev bi awayekî berfireh hatiye qebûlkirin. Dema me dest bi pêvajoyê kir nêzî 270 namzetên me yên jin hebûn. Em li 35 bajaran di rêza yekem de bûn. Bi van îtîrazan belkî em zêdetir bibin. Hejmara me zêde dibe. Dema em li van daneyan dinêrin, bi rastî jî nîşan dide ku me bername û prensîbek rast pejirandîye. Dema em li meclîsê dinêrin, em dibînin ku wê siyaseta zilamsalar, serdestiya mêr serdest bibe. Yanî nîşan dide ku dê zimanê mêraniyê zêdetir bê bikaranî, wê guh nedin jinan heta qanûnên li dijî jinan dê bên derxistin û di berjewendiya me dê ji destê me bên girtin. Lê ji ber ku me jinan ti maf û destkeftiyên xwe ji meclîsê negirtiye, bi têkoşîna kolanan wê têkoşîna azadiya jinê zêdetir xwe bi rêxistin bike û wê dengê aliyê kolanan zêdetir bilind bibe."   'Em ê têkoşîna azadiya jinê hîn zêdetir mezin bikin'   Çîçekê, tiştên ku wê jinên Partiya Çep a Kesk li Meclîsê li dijî zîhniyeta mêr bikin jî wiha rêz kirin û got: “Ji bo temsîliyeta wekhev, parastina xeta hevserokatiyê, bilindkirina têkoşînê ji bo maf û destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê. zimanê mêran paşde xistin, nêzîkatiyên serdestiya mêr  nepejirînin an jî rê li ber sazîbûna rejîmê dê bigirin. Em ê li dijî van hemûyan têkoşînê bidin. Têkoşîna ji bo vegerandina Peymana Stenbolê. Pêkanîna bi bandor ya qanûna bi hejmara 6284, pêşîgirtina li tundiya li ser jinê. Em ê ji bo mafên hevalên xwe yên li girtîgehê misoger bikin têbikoşin. Em ê têbikoşin ku girtiyên me yên nexweş bên bên berdan. Em ê rêxistina xwe ya jinan ji nû ve ava bikin. Em di rewşeke pir bi avantaj de ne ku hejmareke ewqas zêde ya wekîlên jin hene. Ev jî nîşan dide ku em ê di dema pêş de di nava têkoşîneke xurtir û rêxistinkirî de bin.”   Kes pirsgirêka Kurd nabîne!   Çîçekê bal kişand ku ne tifaqa cumhur û ne jî tifaqa milet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî helwest in û got, “Xuyaye ku statûya gelê Kurd û zimanê xwe yê zikmakî biaxive nîne. Yanî wisa dixuye ku dê polîtîkayên xwe yên dagirkerî û şer zêde bikin. Bi taybetî dema em li yekbûna vê neteweperestiya tirk bi bingeha îslamiya siyasî re dinêrin, metna peymana Sînan Ogan heye. Di metna peymanê de dijminatiyeke gelekî zelal a li hemberî penaberan û Kurdan heye. "Heke hûn van qebûl bikin, ez ê werim ser masê," dibêje. Çawa ku Partiya Çep a Kesk di bernameya xwe de cih didiyê, divê ji bo bidestxistina statuya gelê Kurd, neteweya Kurd têbikoşe û ji bo mafê zimanê dayikê têbikoşe. Yanî ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê li ser pirsgirêka girtîgehan têbikoşin. Divê teqez ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên di girtîgehê de têbikoşin. Divê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehê û sererastkirina şert û mercên giran ên li girtîgehan têbikoşin. Divê jin ji bo azadiyê têbikoşin. Di bin her şert û mercî de ger em van tiştan nekin dê girseya me ji me me dûr dikeve."   Li hemberî polîtîkayên çewisandinê rêxistinbûneke xurtir   Çîçekê got, “Her ku  em xet, prensîb û nêrînên xwe û bernameyên xwe bi gelê xwe re parve bikin, gel  amade ye ku bi me re birêxistin bibe, bimeşe û têbikoşe. Ji ber vê yekê divê em di dema pêş de têkoşîna xwe di asta herî jor de bi rêxistin bikin û em ê bibêjin ku li dijî vê rejîmê Kurd hene û wê hebûna xwe bidomînin, jin hene û wê hebûna xwe bidomînin, daxwazên tevgera Elewiyên demokratîk hene.  Em ê hebûna xwe bidomînin. Ger ku em van tiştan nekin divê bê dîtin ku tecrîda li Îmraliyê û şert û mercên tecrîda li girtîgehan girantir bibe. Bi rastî jî divê were dîtin ku dewlet dê hişktir bibe. Dibe ku ev zext berdewam bikin. Lê li hemberî van zextan her tim xwedî kevneşopiyeke wisa ya berxwedan û têkoşîna me heye. Ji ber vê yekê divê em di dema pêş de li dijî polîtîkayên mêtingeriyê yên vê dewletê bi hêztir xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna antî-faşîst bilind bikin."