Di çalakiya li ber NY’yê de banga ji bo bikaranîna dengan 2023-05-17 19:25:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’yê hat lidarxistin, de ji bo hilbijartinên serkomariyê  ya ji tura duyemîn re ma banga bikaranîna dengan hat kirin.   Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileyê sala 2021’ê ve ji bo azadî û şikandina tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan, her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, berdewam dike.   Li ser navê navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Mustafa Altunbaş axivî û behsa giringiya şehîdên meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê kir. Mustafa  bal kişand bi ser çalakiya rûniştinê ku zêdeyê du salan e ew ji bo azadiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan li dar dixin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ji berê geştir bikin.   Mehmet Sutçu jî li ser navê Kordînasyona Partiya Çep a Kesk li ser hilbijartinên cara duduyan ên Serokomariyê ku wê 20-24’ê Gulanê li Swîsreyê bên kirin, agahî dan û bang li hemû hilbijêran kir ku biçin dengê xwe bidin.   Çalakî, piştî berzkirina dirûşmeyan, bi çalakiya rûniştinê dewam kir.