ÎHD'ê xwest Komîsyona Heqîqetan Lêkolîn bike bê avakirin 2023-05-17 13:13:46     AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi minasebeta Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinên di Bin Çavan de daxuyanî da û got, "Bila Komîsyona Hevrûbûna bi Paşerojê re û Lêkolîna Heîqetan bê avakirin."   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî “17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirina di Binçavan de ya Navneteweyî” daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêya avakirina jiyanek li ser bingeha aştiya civakî di hevrûbûna bi paşerojê re derbas dibe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo winda bên dîtin û kujerên wan bên cezakirin têkoşînek bêhempa hatiye dayîn û ev têkoşîn ji nedîtî ve tê û bi heqîqetê re hevrûbûnek çênebûye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heke winda bên dîtin û kujer bên darizandin û cezakirin qet nebe wê hinek dilê malbatan xweş bibe.    ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destpêkirina têkoşîna Dayikên Şemiyê ku di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kiriye û 28 sal li pey xwe hiştiye û hemû rayedaran guhê xwe ji daxwaza Dayikên Şemiyê re girtine. ÎHD’ê bal kişand ser çalakiya xwe û Xizmên Windayan a li Amedê ji 31’ê Çileya 2009’an ve ku didome û tevî hemû astengî û qedexeyan jî çalakî heta îro hatiye û hat destnîşankirin ku ew carek din bang dikin ku winda bên dîtin.    ÎHD’ê di daxuyaniyê de cih da daxwazên li ser dîtina windayan û xwest bi ku bi paşerojê re hevrûbûn çêbibe û komîsyona lêkolîna heqîqetan bê avakirin.