Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2023-05-17 10:23:22     ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê 14 herêm ji bo 15 rojan wek herêmên “ewlehiya taybet” hatin ragihandin.    Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîrê, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji bo 15 rojan di navbera 16-30’yê gulanê de wek herêmên “ewlehiya taybet” hatin ragihandin.    Walîtiya Şirnexê daxuyanî da û diyar kir ku 14 herêm hatine qedexekirin û ev qedexe di 16’ê gulanê de dest pê kiriye û dê 30’yê gulanê bi dawî bibe û ketin û derketina herêmên navborî dê qedexe bin.