Partiya Çep a Kesk: Divê YSK demildest vê sextekariyê sererast bike 2023-05-16 19:34:38   ENQERE - Dengên Partiya Çep a Kesk li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di serî de ji bo MHP û tifaqa Cumhur hat nivîsin. Li ser vê  li sre twîtterê bi etîketa  #YeşilSolPartininOylarıNerede  bû rojeva sereke û partiyê di daxuyaniya ku da de wiha got: “Ji bo hemû sindoqên ku nelêrêtî lê hatiye tespîtkirin îtîz hatine kirin. YSK ya ku bi ewlehiya hilbijartinan pesnê xwe dide divê demildest vê sextekariyê sererast bike’.”   Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de derket holê ku dengên Partiya Çep a Kesk ji aliyê Portala PartiyênSiyasî (SÎPPORT) ya girêdayê YSK’ê ve di serî de ji MHP’ê û pêkhateyên tifaqa Cumhur re hatiye nivîsin.  Der barê mijarê de îtîraz hatin kirin û li ser twîtterê jî bi etîketa #YeşilSolPartiOylarıNerede bû rojeva sereke. Partiya Çep a Keskjî bi etîketa  #YeşilSolPartiOylarıNerede daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di sedan sindoqî de dengên me bi destê YSK’ê ji partiyên din re hatine nivîsin. Hevalên me îtîraz kirine. Divê YSK ya bi ewlehiya hilbijartinan pesnê xwe dide demildest vê sextekariyê sererast bike.”