Rojnamegerên girtî: Tiştek veşartî hebûna çima me navnîşan dida emniyetê 2023-05-16 17:53:16   ENQERE –  Nûçegîhan MA Berîtan Altan ku  parastina xwe kir diyar kir ku di îdianameyê de tê gotin ku  ji JIN TV re naverok tê amadekirin lê tu delîla şênber tune û wiha got: “Ger tiştek veşartî hebûna çima minê navnîşana xwe ya li Enqereyê  bida emniyeta Mersînê.”    Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin bi parastinan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome.    Nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan diyar kir ku di îdianameyê de 5 nûçeyên wê hatine bicihkirin û da zanîn ku yek ji van têkildarî êrişa nîjadperest, yek têkildarî zimanê dayikê, yek jî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Berîvanê, destnîşan kir ku hewl tê dayîn ku MA were krîmînalîzekirin û nûçeyên wan jî rastî heman hewldanê tê û got  qerta bankayê ya birayê xwe bi kar tîne û ev yek jî di îdianameyê de cih digire û ev tişt anî ziman: “Tê îdiakirin ku ez di JIN TV’yê de jî bernameyê çêdikim. Dibe ku min çêkiribe û dê çêbikim jî. Lê di îdianameyê de hêmayeke têkildarî vê tune ye. Nayê destnîşankirin bê ka kîjan bername ye.”     Serokê dadgehê pirsa “peymaneke te bi MA’yê re heye yan na” ji Berîvanê kir. Her wiha serokê dadgehê pirsa “Ma heke ANKA zêdetir pereyan bide te tu nûçeyên xwe ji bo wê naşînî?” kir. Berîvanê, jî got ku bi MA’yê re peymana wê heye û li gorî vê peymanê jî heke bi ajans û rojnameyên din re bixebite, dê peymana wê were betalkirin lewma jî ji bo deverên cuda nûçeyan naşîne.     Çûyîna derveyê welat sûc e   Berîvanê diyar kir ku  tevlibûna weşanên TV’an, nûçeyên çêkirin û hevpeyvîn weke sûc hatine nîşandan û parastina xwe wiha domand: “Têkildarî tecrîdê bi Omer Ocalan re axivî me. Ji bo ku weke sûc were nîşandan, paşnavê Ocalan hatiye bicihkirin. Her wiha dadger, pirtûka Orhan Gazî Ertekîn a bi navê ‘Parastina kurdan’ jî weke sûc hatiye nîşandan. Ma ez êdî çi bibêjim?” Gotina “dadgerê berê” ya serokê dadgehê bal kişand. Altan, got ku çûyîna wê ya derveyî welat jî weke sûc hatiye nîşandan û wiha axivî: “Di dosyayê de balê dikişîne ser dosyayên berê û tê gotin ku derketime derveyî welêt. Min ji emniyetê pasaport girtiye û derketime derveyî welat û ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Gelo ma tiştekî wiha dibe? Nasnameya min a rojnamegeriyê weke sûc tê nîşandan.”     ‘Hun min ji vî welatî derxin jî ez naçim’   Berîtanê  bi bîr xist ku malbata Dedeogûllari li Konyayê rastî êrişê hat, wê jî têkildarî vê nûçe çêkiriye, piştî ku bi ser vê nûçeyê re mehek derbas bûy malbat careke din rastî êrişê hatiye û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî dayê: “Semra Guzel ji hêla çapemeniyê ve hate lînckirin. Xwestin serî pê bidin tewandin. Di dema binçavkirinê de parêzbendiya wê hebû. Lê tevî vê yekê jî ev tişt hatin kirin. Di dema binçavkirin û girtinê de rastî heman îşkenceyê hatim, polîsan beriya vê îşkenceyê cilên nû li xwe kirin û kamera vekirin Min têkildarî kurdan, têkildarî ekolojiyê û komkujiyên tên kirin nûçe şopandin. Lê îro tên krîmînalîzekirin. Em pereyan digirin û wisa rojnamegeriyê dikin. Lê belê dibêjin ‘pereyan digirin lê rojnamegeriyê nakin.’”    Berîvanê  gefên polîsan ên li dijî wê hatine kirin parve kir û wiha got: “Heke hûn min ji vî welatî derxînin jî ez ji vî welatî naçim.” Berîvanê anî ziman ku xebatên wan ên rojnamegeriyê veşarî nînin û wiha derbirî: “Em rojname