Li Colemêrgê li dijî xespa îradeyê nobeda demokrastiyê dest pê kir 2023-05-16 16:14:41     COLEMÊRG - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê diyar kir ku mudaxileyên li dijî xespa vînê weke provokasyonê ne û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê vîna gelê xwe biparêzin.”   Partiya Çep a Kesk li gorî encamên ne fermî li Colemêrgê bi 95 hezar û 600 dengan ji sedî 62,47; AKP’ê bi 31 hezar û 537 dengan ji sedî 20,59; CHP’ê bi 11 hezar û 86 dengan ji sedî 7,24 deng wergirtin. Bi vê encamê Partiya Çep a Kesk her sê parlamenter jî wergirtin lê ji aliyê AKP’iyan ve li ser hev îtîrazî encama sindoqan hatin kirin. Dema ku nîqaş berdewam dikin de AKP’ê ji bo wekîlekî derxîne hemû derfetên xwe seferber kirine. Namzetê AKP’ê Abdûlmûttalîp Ozbek berî ku hejmara dengên derveyî welat ên li lijneya hilbijartinê ya bajêr temam bin bi waliyê bajêr re hevdîtineke taybet pêk anî. Namzetên Partiya Çep a Kesk ên pişt re bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr re hevdîtin kir li dijî hîle û nelirêtiyan nobeta “demokrasiyê” dest pê kir.    Piştgiriya saziyan   Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê li ser vê yekê ragihand ku li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr, li lijneyên hilbijartinê yên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê nobeta demokrasiyê dane destpêkirin. Vezîr Parlak li Colemêrgê, Oznûr Bartin li Geverê û Onûr Duşunmez jî li Şemzînanê tev li nobetê dibe. Li aliyê din endamên Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên çavdêr jî ji bo ewlehiya dengan tevli nobeta “Demokrasiyê” ya li bajêr bûn.    Xwedî li vîna xwe derketin   Bi pêşengtiya parlamanterê Partiya Çep a Kesk ê hatiye hilbijartin Vezîr Parlak, parlamenterê Colemêrgê yê serdema beriya niha yê Colemêrgê û endamê Meclisa HDP’ê Abdullah Zeydan de Meclisa Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Çep a Kesk û gelek kesên din lijneya hilbijartinê ya bajêr ziyaret kirin. Piştî serdanên endamên partiyê têkildarî rewşa dawî li ber Walîtiya Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê HDP’a Colemêrgê Kadîr Şahîn ê metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê gulanê li hawîrdoreke adil û demokratîk de pêk nehatiye û wiha got: “Em bûn şahid ku roja hilbijartinê hilbijêrên me yên nexweş û astengdar jî çûn ser sindoqani dengên xwe dan û xwedî li vîna xwe derketin.”   ‘Fikarên li ser xespa’    Kadîr, anî ziman ku tu hinceteke hiqûqî ya îtîrazên AKP’ê ya li dijî sindoqan nîne û destnîşan kir ku mijarên AKP îdia dike, îdiayên ku di pêvajoya deng dayînê de bi girtekan hatibûna qeydkirin. Kadîr, bi lêv kir ku dereng barkirina dengên derveyî welat a li pergalê fikarên li ser xespa vînê zêdetir dikin û wiha got: “Li hemû bajaran heta çavkaniyên nêzî desthilatê jî dengên derveyî welat li pergalê bar kirine. Li gorî van encaman her sê wekîlên me bi dengekî zêde diçin Meclisê.”   Kadîr, di serî de waliyê bajêr band li hemû amirên îdarî yên mulkî kirin ku ji hemû partiyan re weke hev nêzîk bin û diyar kir ku amirên saziyan “hişyar” dikin ku nekevin nava hewldanên bandorê li encama hilbijartinan bike. Kadîr, anî ziman ku saziyên îdarî divê vîna hilbijêran biparêzin û ev tişt gotin: “Divê herkes rêzê ji vîna gel re bigire. Mudaxileyên li dijî xespa vînê weke provokasyonê ne. Em dixwazin diyar bikin ku çi dibe bila bibe em ê vîna gelê xwe yê bi ked û bedeleke mezin çûn ser sindoqê biparêzin û destûrê nedin hin hewldanan. Em hemû saziyên fermî û derdorên siyasî yên ji fikrên cuda yên li Colemêrgê vedixwînin ku rêzê ji vîna gelê me bigirin û li dijî van hewldanên bêhiqûqî dengê xwe derxînin.”