Li Şengalê malek hat bombebarankirin 2023-05-16 13:09:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên keşfê û bi çek ên dewleta tirk malek li navçeya Xanesorê ya bi ser Şengalê bombebaran kir.   Li gorî agahiyên ji nûçegihanê Rojnewsê hatine standin, balafira keşfê ya dewleta tirk malek li navçeya Xanesorê ya bi ser Şengalê bombebaran kir.   Li gorî agahiyan tenê ziyan gihiştiye malên derdorê.   Piştî bûyerê Lijneyeke Ewlekariyê ya ji artêşa Iraqê, polîs û Asayîşa Nîştîmanî pêk tê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Lêkolîn hîn jî dewam dike û ti zanyariyek li ser mijarê ji bo raya giştî nehatiye dayîn.   Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kûlî û Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê li ser sedema êrişa dijî Xanesorê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.   Endamê Meclîsa Gel ya Xanesorê Hecî Kûlî dazanîn yek ji herêmên ku herî zêde di van demên dawiyê de koçberên Şengalê vedigerin Xanesor e û got: “Hilbijartina Xanesorê ji bo êrişê manîdar e û ev êriş li dijî vegera gel e. Bersiva herî baş a ji êrişê re jî wê berdewambûna vegera gelê me ya ji bo Şengalê be. Em bang li gelê xwe dikin, bi vegerê bersiva van êrişan bidin û gel divê dest ji axa xwe bernede.”   Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî diyar kir êriş ji bo rawestandina vegera gel a ji bo Şengalê bûye û wiha axivî: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest were Şengalê û gav ji bo pêkanîna 9’ê Cotmehê biavêje. Lê dema îradeya gel dît û zanî wê nikare bi vê rêbazê bi cîh bike. Lewma careke din dest bi êrişan hate kirin. Tevî êrişan jî gelê me vedigerin ser warê xwe.”