Navê Jîna Emînî wê li taxeke Viyanayê bê kirin 2023-05-16 11:44:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Viyana ragihand ku wê navê taxek a bajar bikin Jîna Emînî ku bûye sembola serhildanê.   Şaredariya paytexta Viyana ya Awûstûryayê wê navê Jîna Emînî ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve hat qetilkirin û bû sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li taxek ya bajar bike.    ‘Me xwest em hevgirtina xwe nîşan bidin’   Şaredariya Viyana destnîşan kir ku ev biryar bi armanca ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan  û Îranê hatî destpêkirin girtine. Rayedarên şaredariya Viyana aşkere kirin ku wê di demek nêz de vê biryarê pêşkêşî meclîsa şaredariyê bikin.   Şêwirmenda serokê şaredariya Viyana û Endama Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Marina Hanke wiha got: “Bi armanca piştgiriya serhildanê ku li li Îranê gel bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kirin wê navê taxekê ya Viyanayê bikin Jîna Emînî. Azadî û demokrasî beriya her tiştî têkoşînkirine. Em weke bajarê Viyanayê ji bo em hevgirtina xwe nîşanî xwepêşenderên bi cesaret bidin, di şexsê Jîna Emîn de tevgera ku jinan dayî destpêkirin me xwest em di bajarê xwe de heta dawiyê cih bidinê.”