Dengên Çep a Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsîn 2023-05-16 11:37:13     AMED - Derket holê ku li navçeya Bismil a Amedê di sindoqekî de 233 dengên ji Çepa Kesk re hatin dayîn, di sîstema daneyan a YSK’ê de ji partiya MHP’ê re hatin nivîsîn.   Yek ji hîleyên di sîstema daneyan a YSK’ê de, dema bi girteka îmzekirî ya şil a di sindoqa bi Hejmara 1234’ê de ya li Dibistana Seretayî ya Esma Ocak a li navçeya Bismil a Amedê hat beramberkirin, derket holê.   Di sindoqa mijara gotinê de, hat dîtin ku 233 deng ji Partiya Çep a Kesk re derketin, lê di sîstema daneyan a Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de ev deng ji partiya nîjadperest MHP’ê re hatin nivîsîn. MHP’ê di sindoqê de ti deng nestandibû.   Hevseroka Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy wiha got: “Bi vî rengî gelek sindoq hene ku deng ji MHP’ê re hatine nivîsîn. Girtekên îmzekirî yê şil hemû bi girtekên qeyidkirî yên di sîstema daneyan a YSK’ê de hatin beramberkirin û îro wê îtîraz bên kirin.”