Dewreya perwerdeyê ya ji bo xebatkarên jin bi dawî bû 2023-05-16 10:44:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xebatkarên jin dewreyek a perwerdeyê ku di 4’ê Gulanê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.   Li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xebatkarên jin dewreyek a perwerdeyê ku di 4’ê Gulanê hatibû destpêkirin bi dawî bû.   Beriya ku axaftina girtinê bê kirin, bi amadebûna hemû endamên perwerdeyê û mêvanan deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Seadet Mijînî axivî.   Seadet Mijînîn di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got: “Mirov dikare bêje di nava van deh rojên ku perwerde hatî dayîn de, li rûxmê hemû kêm û kurtiyan jî perwerde bi awayekî serkeftî hatiye dayîn. Dema di perwerdeyekê de mirov kêm û kurtiyên xwe bibînin, diyar dibe ku encamek baş ji wê perwerdeyê hatiye girtin. Pirsgirêkên ku di aliyê malbat, jin û zarokan de derdikevin ev hemû jî bê perwerdebûnê tê, helbet çareseriya wê jî perwerde ye. Ji bo her mirovekê nan û av çiqas pêwîst e, perwerde jî ewqas pewîst e. Wek Rêber Apo jî dibêje; ‘sedsala 21'emîn wê bibe sedsala jinan’ ji bo wê jî divê jin jî di her alî de xwe berpirsiyar bibîne, xwe perwerde bikin û pêş bixin. Di perwerdeya ku hatî dîtin de nêrînên ku hatin girtin jî diyar bû ku xeyalê her hevalekî bi Rêber Apo re jiyîn bû. Em dubare serkeftinê ji hemû endamên ku beşdarbûna xwe ji perwerdeyê re çêkirîn dixwazin.”   Piştî axaftina girtinê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.