Li Taxa Şêxmeqsûdê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin 2023-05-16 08:04:58     HELEB - Bi dirûşma " Bi tîrêjên 15'ê Gulanê em ê şoreşa xwe bi ser bixin û dagirkeriyê têk bibin"  li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê şahiya roja zimanê kurdî di dibistana Alan Mihemed de hat lidarxistin.   Bi dirûşma " Bi tîrêjên 15'ê Gulanê em ê şoreşa xwe bi ser bixin û dagirkeriyê têk bibin"  li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê şahiya roja zimanê kurdî di dibistana Alan Mihemed de hat lidarxistin.Di şahiyê de mamoste xwendekar endamên sazî û meclîsan amede bûn.   Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê ji Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk mamoste Kewser Bîro ve hat kirin. Kewser di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman:"Bi dirûşma "Bi tîrêjên 15'ê Gulanê em ê şoreşa xwe bi ser bixin û dagirkeriyê têk bibin " di serî de em hemû giyanên nemir ên Şoreşa Rojava bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.   Şoreşa Rojava bû şoreşa ziman   Kewser di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman:"Bi Şoreşa Rojava bi hezaran pakrewan çêbûn, bedel dan. Ji bo gel bigihêje armanca pîroz, Şoreşa Rojava jî armanca xwedîderketina li hebûna xwe. Her wiha Şoreşa Rojava bû şoreşa ziman. Ziman hebûn û nasnameya dîrokî ye, çand e. Pêwîst e em jî xwedî li çanda xwe derkevin."   Kewser da xuyakirin ku di sala 1932'yan de Kovara Hawarê bi zimanê kurdî ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hat weşandin û got:"Pêwîst e em weke gelê kurd dengê xwe bilind rakin û planên navnetewî yên ji bo perçekirina welat, gel û ziman tune bikin. Gelê kurd bi salan bedel da ku jin û zarokên civaka kurd bi serbestî mezin û fêrdibin."   Kewser di axaftina xwe de wiha anî ziman:"Ev mîrasa Şoreşa Rojava ye. Xewn û xeyalê salan e di vê şoreşê de destkeftiyên me yê pîroz hatine bidestxistin. Her wiha bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û xwîna pakrewanan û bi taybet bi pêşengtiya pakrewan Egîd em tu carî ji ziman û nasnameya xwe bêpar namînin. Mezinbûn û fêrbûna bi zimanê dayikê mafê her netewî ye."   Kewser di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Em weke mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna xwe dewam bikin, nifşên nû li ser rastiyê mezin bikin û nirxên heyî biparêzin û radestî nifşên pêşerojê bikin û em vê rojê li  Rêber Abdullah Ocalan û hemû karkeran pîroz dikin."   Her wiha di şahiyê de Koma Dibistana Şehîd Qehreman û Koma Bazdanê ya Hîlala Zêrîn û Koma Şano ya Dibistana Rifet Hec Sirî hunera xwe pêşkêş kirin.   Şahî bi stranên Hunermend Yasmîn Kuşan bi dawî bû