Li Şamê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî dest pê kir 2023-05-15 15:51:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn a bi zaraveyên kurmancî, soranî û kirmanckî dest pê kir. Balkêş e ku jinên nivîskar bi hejmareke zêde beşdarî pêşangehê bûne.   Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî ku dikeve salvegera derxistina yekemîn kovara kurdî ya bi tîpên latînî li paytexta Sûriyeyê Şamê di sala 1932'yan de, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn li dar xist.   Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya li Qamişloyê tê lidarxistin û şandeyên ji Reqa û Tebqayê jî wek mêvan beşdar bûne.   Di pêşangehê de ku tê payîn heta 17’ê Gulanê dewam bike, 12 hezar û 140 pirtûk, tên pêşandan.   Li gorî Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Yekemîn, hejmara weşanxane û pirtûkên beşdarî pêşangeha duyemîn bûne, zêdetir e.   Sala borî 10 hezar pirtûk tê de hebûn û rêjeya jinan jî ji sedî 30 bû. Lê li gorî endamê komîteya amadekar a pêşengehê Ebdulmecîd Xelef, îsal jinên nivîskar bi rêjeya ji sedî 45 beşdarî pêşangehê bûne. Ebdulmecîd anî ziman ku bi weşanxane û saziyên têkildar re ketine peywendiyê da ku buhayên pirtûkan kêm bikin û hejmareke zêde ya xwendevanan bikarin bikirin.   32 weşanxane, saziyên çandî û yekitiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê dibin. Pirtûkên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hatine pêşandan, lê belê ji ber astengiyên rêyê weşanxaneyên li wan parçeyan nikarin beşdar bibin.   Pêşangehê bi axaftina endamê komîteya amadekar Ebdulmecîd Xelef dest pê kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî bal kişand ser rola rewşenbîran di perwerdekirina civakê de û hemû şehîdên di oxira parastina zimanê kurdî de xwe feda kirine, bi bîr anîn.   Bi navê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî Firyal Çolî axivî û diyar kir ku pêşangeh ji bo derbirandin û parvekirina fikr û nêrînan derfetek e.   Pêşangeh rojane ji saet 10’ê sibehê heta 8`ê êvarê dewam dike.