Ji 600 parlamenteran tenê 120'ên wan jin in 2023-05-15 13:17:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Cumhur û Mîllet ji parlamenterên bi dest xistin tenê 89 parlamenterên jin şandin meclisê, lê Partiya Çep a Kesk ku wekheviya jin û mêr esas girt 30 parlameneterên jin şandin meclisê.    Encamên dawî yên hilbijartinên serokomarî û parlementoyê hêj nehatine eşkerekirin. Li gel ku heta niha ji sedî 99'ê sindoqan hatine vekirin, ger ku encamên cuda dernekevin holê dê hilbijartina serokomariyê  bimîne tura duyemîn. Di hilbijartinan de tişta herî zêde bala herkesî li ser bû jî  temsîliyeta jinan a di hilbijartinan de bû. Li gorî daneyên ku heta niha hatine bidestxistin, ji 600 kursiyên parlamenteran tenê 120 kursiyên jinan hatine bicihkirin.   Cûdahiya Partiya Çep a Kesk    Partiya Çep a Kesk)ku li ser esasê temsîliyeta wekhev bi 270 namzetan ket hilbijartinê, di encamên hilbijartinê de jî cudahiya xwe nîşan da. Li gorî daneyên ne fermî, Partiya Çep a Keskan 62 parlamentarn dişîne Meclîsê. Ji 62 parlamenteran 30'ên wan jin in. Namzetên parlamenteriyê yên jin ên ku li 8 bajaran di rêza 1'emîn de hatin nîşandan dê di serdema nû de li Meclîsê bajarên xwe temsîl bikin.   Hikûmetê û muxalefetê dîsşa em matmayî nehiştin   Li gorî encamên ne fermî, hikûmeta AKP-MHP'ê ku careke din bûn îqtîdar û CHP-Partiya ÎYÎ  bi hejmara wekîlên jin ên ku derxistin careke din têk çûn. AKP ku 266 parlameneter derxistin ji van tenê 50 parlamenter jinin, CHP'a ku 169 parlamenter derxistin, ji van tenê 30 parlamenterên jin, Partiya ÎYÎ ku 44 parlamenter, derxist jî tenê  6 parlamenterên jin, ji yên MHP'ê ku 50 parlamenter  derxistin jî tenê 3 ji wan jin in û TÎP'a  ku di bin sîwana  Tifaqa  Ked û Azadiyê de ket hilbijartinê 4 parlamener derxistin û ji van jî 1 tenê jin e.   Ji van bajaran qet parlamenterên jin derneketin   Semsûr, Aksaray, Amasya, Ardahan, Artvin, Bayburt, Bîlecîk, Çewlig, Bolu, Burdur, Çanakkale, Çorum, Xarpêt, Erzîngan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Kirikkale, Karaman, Kiriklarelî, Kırşehir, Kîlîs, Kutahya, Niğde, Ordu, Rîze, Sînop, Tokat, Uşak, Yozgat û ji Zonguldakê jî jinên ku bûn parlamenter derneketin.