Li Xoresanê kesê AKP'yî şûna jinekê deng bi kar anî 2023-05-15 10:48:34       ERZIROM - Li Xoresanê endamê AKP'ê Kenan Kaya şûna jinekê deng bi kar anî û heqaret li muşahidê Partiya Çep a Kesk kir.    Piştî hilbijartina hat kirin ji bêhiqûqiyên hatine kirin yeka nû derdikeve û ji van cihan yek jî navçeya Xoresan a Erziromê ye ku lê qewimî.    Li gor agahiyên hatin destxistin; li taxa Adnan Menderes di sindoqa hejmara 1004'emîn a li Dibistana Navîn a Mumtaz Turan de endamê AKP'ê Kenan Kaya li şûna jinekê deng bi kar anî.    Partiyên din ku ji rewşê re îtîraz kir, îtîraza wan bêencam ma. Di heman demê de hat zanîn ku kesê AKP'yî heqaret li muşahidê Partiya Çep a Kesk kiriye û gef lê xwariye.