Serokê sindoqê bi çewalê dengan ji holê winda bû 2023-05-14 22:53:05   MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêdînê, seroke sindoqê bi çewalê dengan ji holê winda bû.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li Dibistana Seretayî Zîncîriye, dengên sindoqa hejmar 1363, piştî  mijartinê bidawî bû bi serokê sindozê re winda bû. Li gorî îdiayan; serokê sindoqê çewalê dengan girtiye, bêyî girtekan îmze bike çûye lavaboyê. Lê  careke din agahî ji serokê sindoqê Îsmaîl Gençnehat girtin.  Îsmaîl Genç bi çewalê dengan neçû Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî. Piştî vê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.   Partiyên siyasî ji bo deng bên dîtin daxwazname dan lijneya hilbijartinê ya navçeyê.   Riha   Li navçeya Karakopru ya Rihayê jîli taxa Narlikuyu  di sindoqa hejmar 1377’an de Partiya Çep a Kesk 72 deng girt û deng di girteka sindoqê ji MHP’ê re hat nivîsin.   Li dijî vê  li lijneya hilbijartinê îtîraz hat kirin.