Pervîn Buldan: AA manîpulasyonê dike 2023-05-14 21:17:06   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan  der barê daneyên hilbijartinê yên AA de li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirinek kir û diyar kir ku AA hewl dide moralan xera bike û got: “Polîtîkayên wek yên xîle û derewan îflas kirine.”   Bikaranîna dengên hilbijartina serokomarî û parlamenteriyê bidawî bûn. Ajansa Anadolu (AA) serokomar Erdogan bi ji sedî 60’î da destpêkirin.  Di serî de CHP û Partiya Çep a Kesk gelek partî û siyasetmedaran diyar kirin ku bi daneyên  AA bawer nekin.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî li ser hesabê çapemeniya civakî wiha got: “AA ji bo motivasyona welatiyan xera bike bi aşkera manîpulasyonê dike. Wek berê jî kiribû hewl dide moralan xer bike. Lê polîtîkayên wan yên derew û xîleyan îflas kirine.”