Parêzeran der barê serokê sindoqê de gilî kirin 2023-05-14 21:16:20   AMED - Li navçeya Rezan a Amedê serokê sindoqa hejmara 2068 a li Lîseya Anadolûyê girteka encama sindoqê neda muşahidan. Parêzeran der barê serokê sindoqê de gilî kir.   Li navçeya Rezan a Amedê pişt ku hejmartina dengan a sindoqa bi hejmara 2068'an a li Lîseya Andolûyê temam bû, serokê sindoqê girteka sindoqê neda muşahidan. Muşahid û parêzerên li wir bertek nîşan dan. Serokê sindoqê bêyî ku girtekê bide rahişt kîsê dengan û tevî polîsekî li wesayîtê siwar bû û ji muşahid û parêzeran re got, "Hûn nûnerên Qendîlê ne" û ji wir çû.   Parêzeran der barê serokê sindoqê de gilî kir.