Dengdayin bi dawî bû 2023-05-14 17:00:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayina ji bo hilbijartina serokkomariyê û 28'emîn Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê saet di 08.00'an de dest pê kir bi dawî bû.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), wê biryara xwe ya di warê parvekirina daneyan a piştî hejmartina dengan, di saetên pêş de eşkere bike.    Tevî nelirêtiyên li gelek navçe, gund, bajar û li herêmên erdhejê yên wekî Mereş, Semsûrê hatin kirin jî ji bo hilbijartinê eleqeyek mezin hebû. Di warê tevlîbûnê de zêdebûyineke berbiçav hebû.