Rêxistinên jinan bertek nîşanî qetilkirina Ala Dahir da 2023-05-14 16:11:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyn Îsa û Qamişloyê, qetilkirina jina bi navê Ala Mistefa Dahir hat şermezarkirin û hate gotin, ev sûc encamên hişmendiya bavikalarî ya serdest e.   Li navçeya Eyn Îsayê bi dehan jinan bi daxuyaniyekê qetilkirina jina bi navê Ala Mistefa Dahir şermezar kir.   Welatiya bi navê Hedla Hec Muslim daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de qetilkirina Ala Mistefa Dahir hat şermezarkirin û hate gotin, ev sûc berdewama zihniyeta baviksalarî ya serwer e.   Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew ê şoreşê dewam bikin heta ku guhertina ku dixwazin çêbibe, her wiha xwestin ku kujer werin eşkerekirin û cezayên tund li wan were birîn.    Li Qamişlo û Eyn Îsayê jî Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser jinan daxuyanî dan.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dem dema bidawîkirina qetilkirina jinan e. Jin dê bixebitin heta ku diyardeya qetilkirina jinan ji kokê were rakirin."   Rêxistina Sara bang li aliyên têkildar kir ku cezayên giran bidin kujeran û kesên li pey wan.   Li gorî daxuyaniyê, 11' ê Gulanê cenazeyê jina bi navê Ala Mistefa Dahir a dayika 2 zarokan e kuştî li mala wê hate dîtin. Ala bi awayekî hov hat serjêkirin û bedena wê hatibû xirabkirin.   Der barê vî sûcî de lêpirsîn dewam dike.