Roja Zimanê Kurdî ji aliyê mamosteyan ve hat pîrozkirin 2023-05-14 16:03:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Mamosteyan a Efrîn û Şehbayê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd û hezkiriyên zimanê kurdî pîroz kir û bang li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî sûcên dewleta tirk erkên xwe bi cih bînin.   Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Mamosteyan li qada Dibistana Şehîd Egîd Cîlo ya navçeya Ehdasê hat xwendin.   Endama Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Efrîn û Şehbayê Rojîn Cuma daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi siyasetên înkarkirin, çewisandin, qirkirina çandî û qedexekirina ziman ku di dîrokê de li ser gelê Kurd hatin meşandin, hatin kirin. Her wiha behsa rola dîroka ya Kovara Hawar a di pêşxistina zimanê kurdî û teşhîrkirina van siyasetan de hatin kirin.   Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re, gelê Kurd xwe di hemû qadên civakî de bi rêxistin kir, sazî, meclis û komîn ava kirin. Şoreşa zimanê kurdî di nava van saziyên civakî de bingehek bû. Wekî tê zanîn, di minhacên seretayî, navîn, amadehî, peymangeh û perwerdeyên bilind de perwerde bi zimanên kurdî, erebî, ermenî û asurî tên dayîn, her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne."   Mamosteyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku destkefiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser asta perwerde û fêrkirinê hêz û nasnameya xwe û elaqeya xwe ya bi parastina ziman nîşan da û hate gotin: "Dewleta tirk ji vê pêşketinê bifikar bû, li ser vê yekê êriş li ser şêniyên herêmê dan destpêkirin, xelkê Efrînê koçber kir, bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê bêpar hişt. Piştî dagirkirina Efrînê jî gelek sûc li dijî sivîlan kir."   Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku dewleta tirk dibistan veguherandin baregehên leşkerî, navendên girtin û îşkencekirin û hinek din jî kirin navendên perwerdekirina li ser ola tundaw.   Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Efrîn û Şehbayê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd û hezkiriyên zimanê kurdî pîroz kir û bang li civata navneteweyî, cîhan, rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Mafên Zarokan (UNICEF) kirin û got: "Ji bo parastina zarokan, bi taybetî zarokên Efrînê yên koçber bûne, helwesteke exlaqî li dijî dewleta tirk a dagirker nîşan bide, da ku zarok û xwendekar vegerin xaka xwe û perwerdeyê bi zimanê dayikê bibînin, divê zextên li ser zimanê me werin rakirin."