Li Sûrê ji bo dengdayînê bang 2023-05-14 15:54:36       AMED - Partiya Çep a Kesk li navçeya Sûrê li gel serdana dibistanên bang li kesên ku dengên xwe bi kar neanîne kir ku bên deng bi kar bînin.   Bikaranîna dengên ji bo hilbijartina serrokomariyê û hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên serdema 28'emîn serê sibehê saet di 08.00'an de dest pê kir. Ligelek bajaran Partiya Çep a Kesk li gung û dibistanan digerin û bang li kesên ku dengê xwe bikar neanîne dikin ku bên dengê xwe bi kar bînin.   Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya navçeya Sûrê ligel namzeta xwe Sevîlay Çelenk serdana gundên Tilelo û Pîrhuseyn yên girêdayî navçeya Sûrê kir û bang li kesên ku dengê xwe bikar neanîbûn kir ku bên dengê xwe bi kar bînin.  Her wiha endamên partiyê serdana dibistanên naçeya Sûrê kir û banga xwedî derketina li sandoqan kir.